Demîrtaş û Mizrakli ji bo berbijêrên DEM Partiyê peyamek belav kir

10-02-2024
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş Adnan Selçuk Mizrakli DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selhattîn Demîrtaş û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku li girtîgeha Edîrneyê girtî ne, derbarê berbijêrên DEM Partiyê de peyameke hevbeş a piştevaniyê belav kirin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) roja Înê 9ê Sibata 2024an berbijêrên xwe yên 40 bajar û 16 bajarên mezin bo hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adarê eşkere kirin.

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn û Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli peyameke piştîvaniyê bo berbijêrên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partiyê) belav kir û serkeftin ji wan re xwestin.

Peyama Demîrtaş û Mizrakli li ser hesabê medyaya civakî ya DEM Partiyê hat belav kirin û di peyama xwe de dibêjin:

“Em ji bo hemû berbijêrên ku îro partiya me ragihandine, serkeftinê dixwazin û cûda cûda şanaziyê bi her yek ji wan dikin.

Em ji dil pê bawer in, ew dê bi xebatên xwe nîşan bidin ku ew deng û hêviya hemû kesên bindest in.

Dil, rih û duayên me bi we re ne. Rêya we vekirî be.”

Selahattîn Demîrtaş di çarçoveya Doza Kobanî de bi hinceta “endamtî û propagandeya rêxistinê” ji 4ê Kanûna Pêşîna 2016an ve li girtîgeha Edîrneyê girtî ye.

Selçuk Mizrakli di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019ê de li ser lîsteya HDPyê li Amedê ji sedî 62ê dengan bidest xistibû û bûbû serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.

Di 19ê Tebaxa 2019ê de ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve ji erkê xwe hatibû dûrxistin û piştre li şûna wî qeyûm hatibû danîn.

Mizrakli ji 21ê Kanûna Pêşîna 2019ê û hata niha bi hincetên siyasî hatiye girtin û di girtîgehê de ye. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst