Hevserokên DEM Partiyê dê Demîrtaş ziyaret bikin

16-07-2025
Nîşan Selahattîn Demîrtaş DEM Partî Ziyaret
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê li Girtîgeha Edîrneyê seriyekî bidin Selahattîn Demîrtaş.

Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari dê sibê hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ziyaret bikin.

Hat ragihandin ku Bakirhan û Hatîmogullari îro jî dê li Girtîgeha Kandirayê bi hevseroka berê ya HDPyê Fîgen Yuksekdag û parlamenter Semra Guzelê re bicivin.

Ji aliyê din ve, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tê hevdîtinên xwe yên siyasî didomîne.

Heyet îro bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya.

Her wiha dê îro bi Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Divê were gotin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Doza Kobaniyê de biryara binpêkirina mafan dabû.

DEM Partiyê jî ji bo berdana Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û siyasetmedarên din serlêdan kiribû.

Parêzeran bal kişandibû ser biryara DMMEyê û tekez kiribû ku dadgehê di biryara xwe de destnîşan kiriye ku Doza Kobaniyê li dijî hiqûqê ye û girtina Demîrtaş ji ber armancên siyasî didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst