Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê li ser astengkirina berdana Hevşaredarê Berê yê Amedê Selçuk Mizrakli got, "Divê Selçuk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî demildest azadiya xwe bi dest bixin.”
Serlêdana Hevşaredarê Berê yê Amedê Selçuk Mizrakli ya ji bo berdana bi şertê kontrola dadî hat redkirin
Piştî ku qeyûm li şûna Mizrakli hatibû tayînkirin ew hatibû girtin.
DEM Partiyê derbarê mijarê li ser hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:
“Daxwaza Hevşaredarê me yê berê yê Bajarê Mezin a Amedê Adnan Selçuk Mizrakliyî ya ji bo berdana bi şertê kontrola dadî, ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ve bi hinceta 'Di dema ku li saziya me de bû, ti daxuyaniyeke wî ya ku ji rêxistina terorê veqetiyaye nebû' hat redkirin.
Nêrîna siyasî ya Selçuk Mizrakliyî diyar e: Siyasetmedarek e ku ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe û bi salan e berdêla vê yekê bi rehîngirtinê dide.
Ev deste nikare biryarê bide bê ka daxuyaniya Mizrakliyî divê çi be!
"Em vê biryara keyfî û neyasayî qebûl nakin"
Em vê hinceta redkirinê ya ku bi awayekî keyfî û neyasayî hatiye dayîn qebûl nakin.
Ev desteya ku bi sedemên îdeolojîk tevdigere, ji rayeyên xwe derdikeve û girtiyên siyasî bi awayekî keyfî û tolhildêr di girtîgehê de digire.
Em vê desteya ku hewl dide Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk sabote bike, û biryara wê ji aliyê hiqûq û demokrasiyê ve wekî nerewa îlan dikin.
Divê Selçuk Mizrakli û hemû girtiyên siyasî demildest azadiya xwe bi dest bixin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse