Cezayê nû li Demîrtaş hat birîn: DEM Partiyê bertek nîşan da

Duh li 04:46
RÛDAW
Nîşan Selahattîn Demîrtaş DEM Partî Ceza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî ragihand ku cezayê girtîgehê yê li Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn "li hemberî azadiya raderbirînê û siyaseta demokratîk mudaxeleyeke eşkere ya darazê ye."

DEM Partiyê her wiha bang kir ku di serî de Demîrtaş hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.

Hevserokê Giştî yê Berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş, di doza ku bi tohmeta "heqareta li serokkomar" dihat darizandin de 1 sal û 5 meh û 15 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya DEM Partiyê de hat tekezkirin ku cezayê girtîgehê yê 1 sal û 5 meh û 15 rojan nayê qebûlkirin û li dijî hiqûqê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cezakirina kesên ku aştiya civakî, îradeya bihevrejiyanê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan diparêzin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku bêhiqûqî û bêedaletî hatiye tercîhkirin."

“Demîrtaş jî di nav de divê hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan”

Daxuyaniya DEM Partiyê bi temamî wiha ye:

“Cezayê girtîgehê yê ku li Selahattîn Demîrtaş hatiye birîn, li hemberî azadiya raderbirînê û siyaseta demokratîk midaxeleyeke eşkere ya darazê ye.

Cezakirina kesên ku aştiya civakî, îradeya bihevrejiyanê û çareseriya demokratîk û aştiyane ya Pirsgirêka Kurdan diparêzin, bi awayekî eşkere nîşan dide ku bêhiqûqî û bêedaletî hatiye tercîhkirin.

Em cezayê girtîgehê yê 1 sal û 5 meh û 15 rojan ê ku Dadgeha 14emîn a Cezayê ya Asliyeyê ya Mêrsînê bi hinceta axaftinên wî yên salên 2015-2016an ên li Mêrsîn û Amedê û bi tohmeta 'heqareta zincîrî ya li serokkomar' li Demîrtaş biriye, qet qebûl nakin û li dijî hiqûqê dibînin.

Pêdiviya Tirkiyeyê îro bi diyalogeke zêdetir û îradeyeke wêrek a aştiyê heye.

Her nêzîkatiya ku hewl dide parêzvanên aştiyê bêdeng bike, astengiyên bi zanebûn datîne pêşiya aştiya civakî.

Nabe were jibîrkirin ku her hevoka ji bo aştiyê hatiye avakirin, hevokek e ku ji bo paşeroja welat û civakê hatiye avakirin.

Hewldana bêdengkirin û cezakirina kesên ku van hevokan ava dikin, hewldana tarîkirina paşeroja welêt e.

Em careke din bi awayekî herî xurt tînin ziman ku divê di serî de Selahattîn Demîrtaş hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.”

Bakirhan: Em red dikin, em biryarê nas nakin

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî li ser hesabê xwe yê Xê ev daxuyanî da:

“Em red dikin ku bi hinceta heqareta li Serokkomar cezayê girtîgehê li hevalê me yê hêja Selahattîn Demîrtaş bê birîn, em vê biryarê nas nakin.

Biryarên darazê yên wiha li ser rêya avakirina aştiyê astengiyên mezin derdixin û bi mezinkirina bêedaletiyê derbê li hêviya aştiyê dixin.

Divê ev aqilê darbeker demildest were rawestandin, Demîrtaşê hêja û hemû girtiyên siyasî demildest bên berdan.

Rêya aştiyê ne bi biryarên daraza darbeker, bi azadî û edaletê tê hûnandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst