Hewlêr (Rûdaw) - Hola Parlamentoya Ewropayê ya li Strasburgê, bû qada nîqaşeke germ û dijwar a derbarê paşeroja bakur û rojhilatê Sûriyeyê.
Ev nîqaş piştî wê yekê hat kirin ku hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Kanûna Paşîn a 2026an bi lez herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kontrol kirin.
Parlamenteran di navbera pesindayîna modela demokrasiyê ya Kurdan û hişyariya li ser serhildana DAIŞê de, wêneyekî tarî ji bo paşeroja herêmê xêz kir.
Parlamentera Ewropayê Evîn Încîr bi cil û bergên Kurdî û Ala Kurdistanê ket hola parlamentoyê.
Încîrê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" dest pê kir û ragihand, ev bingehên wê xwebirêvebirinê ne ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ava kiriye.
Încîrê got, "Dema cîhan bi guman bû, hêzên Kurdan parastin kir û tiştekî kêmwêne di nava dilê şer de ava kir; bihevrejiya Kurd, Ereb û Xiristiyanan."
Încîrê tekez kir ku ji bo Sûriye demokratîk be, divê rêz li wan nasnameyan bigire ku bi salan qedexe bûn.
Hevdem li gel vê helwestê, Parlamentera Swêdî Abir Sahlaniyê, bi cilên Kurdî rexne li rastgirên tundrew girtin ku dixwazin dosyaya Sûriyeyê tenê wekî pirsa koçberan nîşan bidin.
Sahlanî behsa wê berdêla giran kir ku Kurdan ji bo azadiyê daye û got:
"Niha rol berevajî bûne; Kurdên ku rojekê parastina azadiya me dikir, niha daxwaza alîkariyê ji me dikin."
Sahlaniyê amaje bi dîmenekî biêş kir û got, "Terorîst piştî mirinê jî kezîyên jinên Kurd dibirin, loma pêwîst e dorpêça li ser Kobaniyê demildest were rakirin."
Krîza mirovî û gefa DAIŞê
Li aliyê din, her du parlamenter Viola von Cramon û Thijs Reuten, bal kişand ser encamên wêranker ên pevçûnên leşkerî yên dawî yên di navbera Artêşa Ereban a Sûriyeyê û HSDyê de.
Von Cramonê eşkere kir ku zêdetirî 170,000 kesan koçber bûne û zarok ji ber serma û birçîbûnê li Heleb û Dêrezorê dimirin.
Cramonê hişyariyeke tund da û got, "Ew sîstema ewlehiyê ya ku DAIŞ tê de hatibû kontrolkirin hildiweşe.
Tiştê li kampên Hol û Rojê diqewime, li Sûriyeyê namîne û rasterast bandorê li Ewropayê dike."
Thijs Reutenê jî tekez kir, her çi qasî agirbesta 30yê Kanûna Paşîn girîng be jî lê nabe aramî li ser hesabê mafên Kurdan û nûnertiya wan a di paşeroja siyasî ya Sûriyeyê de be.
Gumanên li ser hikûmeta nû: "Cîhadîstekî biqat"
Beşeke zêde ya gotûbêjan ji bo kesayetiya Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer hatibû veqetandin.
Parlamenterê Ewropayê Adam Bielan amaje bi wê yekê kir ku Şer ti poşmaniyekê li ser têkiliyên xwe yên borî yên li gel El Qaîdeyê nîşan nade, ev jî metirsiyeke mezin e ji bo ku cureyekî zordariyê bi cureyekî din were guhertin.
Yannis Maniatis, endamekî din ê parlamentoyê daxwaz kir ku her alîkariyeke darayî ji bo Şamê girêdayî parastina mafên kêmîneyan be û rexne li rola Tirkiyeyê ya di têkdana aramiya herêmê û dorpêçkirina Kobaniyê de girt.
Parlamenterê Çep Martin Schirdewan, bi tundî rexne êi Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyenê kir û ragihand, Komîsyona Ewropayê miqdareke zêde pere bexşiye Sûriyeyê, tam di wê rojê de ku Şer dest bi şerê li dijî Kurdan kir.
Schirdewan got, "Ev siyaseteke xemsar e ku tenê ji bo dûrxistina penaberan e.
Şer xwedî îdeolojiyeke kujer e ku tenê qatekî rêkûpêk li xwe kiriye."
Alexander Sell ji partiya AfD ya Almanyayê, piştgirî da vê nêrînê û got:
"Komîsyonê 600 milyon euroyan dane rejîmekê ku ji El Qaîdeyê hatiye, di demekê de ku Sûriyeyî li nav Almanyayê tawanên mezin dikin û tenê kesek hatiye dersînorkirin."
Xiyaneta hevpeymanan û deynê exlaqî
Raportora Taybet a Parlamentoyê ya li ser dosyaya Sûriyeyê Nathalie Loiseau, behsa "wefa û şanaziyê" kir.
Loiseauyê got, Fransa şanaziyê bi wê rola xwe dike ku di agirbestê de hebû lê rexne li Washington û Enqereyê girt ku bi xemsariya xwe rê dan cîhadî ji girtîgehan birevin.
Loiseauyê tekez kir, "Me ev çendîn sal in parastina ewlehiya xwe wekî peymaneke duyemîn spartiye Kurdên Sûriyeyê, êdî nabe em çavên xwe bigirin."
Parlamenter Hannah Neumann jî di heman arasteyê de axivî û got, ev berpirsyariya hemûyan e ku dawî li tundiyê bînin.
Neumannê xwest ku çekdarên DAIŞê yên Ewropî ji bo darizandinê werin vegerandin welatên wan, çimkî metirsiya ducare serhildana DAIŞê ji her demê zêdetir e.
Neumannê tekez kir, herêmên Kurdan bi dehan sal in mînaka demokrasiyê ne û divê nûnerên wan xwedî kursî bin li ser maseya gotûbêjan a li Şamê.
Nîqaş bi wê lihevkirinê bi dawî bû ku Sûriye li pêşberî ezmûneke dîrokî ye.
Parlamentoya Ewropayê dê 12ê Sibatê, li ser pêşnûmeyekê deng bide ku tê de daxwaza agirbesteke mayînde, gihandina alîkariyan û garantîkirina mafên destûrî yên Kurd û kêmîneyên din di nav dewleta nû ya Sûriyeyê de dike.
Wekî ku piraniya parlamenteran amaje pê kir, bêdengiya li hemberî rewşa Rojavayê Kurdistanê, ne tenê neheqiyeke li hemberî Kurdan, di heman demê de gefeke rasterast e li ser ewlehiya tevahiya cîhanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse