Hewlêr (Rûdaw) – Li Bakurê Kurdistanê di rêzbenda hewaya paqij û bi kalîte de Êlih û Bedlîs yekem in.
Li parêzgeha Xarpêtê Rawestgeha Şopandina Kalîteya Hewayê hatiye damezirandin û her roj 24 saetan madeyên wekî kukurtdîoksît, partîkul û karbonmonoksît dipîve.
Li gorî encamên Rawestgeha Şopandina Kalîteya Hewayê sala borî di rêzbenda hewaya paqij û bi kalîte de parêzgehên Êlih û Bedlîsê di rêza yekem de bûn.
Birêvebirê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Xarpêtê Fatîh Onalan da zanîn, 2 beş çavkanî hene ku dibin sedema qirêjiya hewayê û hin sedemên wekî gazên pîşesaziyê û qirêjiya girêdayî kar û xebatên avahîsaziyê di destê mirovan de ye ku dikare rê lê were girtin.
Fatîh Onalan amaje bi wê yekê kir ku bi taybet gaza ji otomobîlan derdikeve di asteke bilind de kalîteya hewayê dixe û sala borî li bajêr pişkinîna zêdeyî 70 hezar otomobîlan hatiye kirin.
Birêvebirê Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê yê Xarpêtê Fatîh Onalan got:
“Li vê herêmê 14 parêzgeh hene. Li hemû bajaran pîvandina kalîteya hewayê tê şopandin.
Di rêzbenda kukurtdîoksîta herî kêm de Êlih yekem e û herî dawî jî parêzgeha Mêrdînê ye.
Her wiha Xarpêt jî di rêza çarem de ye. Li gel vê yekê ji aliyê madeyê partîkulê de jî bajarê yekem Bedlîs e û yê herî dawî Meletî ye.
Armanca me wekî parêzgeha Xarpêtê ew e ku di paqijiya hewayê de em derkevin rêza yekem.
Em hewla wê yekê didin û dê kar û xebatên me berdewam bin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse