Hewlêr (Rûdaw) – Îro 10ê Gulana 2020 Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê briyar da, ku peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah bo dema 2 mehan ji karê rojnamevaniyê qedexe bike û ew bi bêrêzîkirin bi şehîdan tometbar kiriye. Pêwendiyên Giştî yên Tora Medyayî ya Rûdawê di demekê de ku vê biryarê protesto dike û daxwaza hilweşandina vê biryarê dike, di heman demê de vê birarê weke reşkirina nav û sivikatîkirina bi karê rojnamevanî yê Vîviyan Fetah bi nav dike.
Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hinceta ku di raporteke xwe ya telezvîzyonî de qaşo sivikatî bi şehîdan kiriye, îro biryar da ku karkirina peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, Vîviyan Fetah bo dema du mehan qedexe bike.
Tora Medyayî ya Rûdawê bi daxuyaniyekê biryara rêgirtina li karkirina Vîviyan Fetah protesto kir û daxwaza hilweşandina vê biryarê kir.
Di daxuyaniyê de Tora Medyayî ya Rûdawê dibêje, “ev biryar berovajî hemû têgihîştineke rasteqîn derbarê karê medyayî de ye û li dijî prensîpên azadiya karê rojnamevaniyê ye” û tekez dike: “Ew hincetên di vê biryarnameyê de hatine û tometbarkirina Vîviyan Fetah bi sivikatîkirina bi şehîdan, ti bingeheke wan a dirist nîne. Her kesekî şarezayê karê rojnamevaniyê li wê raporta televîzyonî ya Vîviyan Fetah temaşe bike ku ew hevkara me li ser wê hatiye tometbarkirin, dê zanibe ku ew hevokeke rojnamevanî ye di çarçoveyeke medyayî de, dûr ji her mebesteke siyasî hatiye bikaranîn, lewma jî ev şiroveya siyasî ku jê re hatiye kirin, bi tevahî ne dirist e.”
Herwiha di daxuyaniyê de tê gotin, Vîvyan Fetah bi xwe jî keça şehîdekî bûyereke terorîstî ye û tekez tê kirin: “Em vê biryarnameyê wek reşkirin û sivîkatîkirina bi karê hevkara xwe Vîviyan Fetah dihesibînin.”
Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê bi vî awayî ye:
Em rêgirtina li karkirina hevkara xwe Vîviyan Fetah protesto dikin
Îro 10ê Gulana 2020 (Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê), biryar da karkirina hevkara me (Vîviyan Fetah) peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê, bo dema du mehan ji encamdana her core karekî medyayî qedexe bike.
Ev biryar berovajî hemû têgihîştineke rasteqîn derbarê karê medyayî de ye û li dijî prensîpên azadiya karê rojnamevaniyê ye. Ew hincetên di vê biryarnameyê de hatine û tometbarkirina Vîviyan Fetah bi sivikatîkirina bi şehîdan, ti bingeheke wan a dirist nîne. Her kesekî şarezayê karê rojnamevaniyê li wê raporta televîzyonî ya Vîviyan Fetah temaşe bike ku ew hevkara me li ser wê hatiye tometbarkirin, dê zanibe ku ew hevokeke rojnamevanî ye di çarçoveyeke medyayî de, dûr ji her mebesteke siyasî hatiye bikaranîn, lewma jî ev şiroveya siyasî ku jê re hatiye kirin, bi tevahî ne dirist e.
Hevkara me Vîviyan Fetah, ku bi xwe keça şehîdekî bûyereke terorîstî ye, bi karê xwe yê profesyonel û wêrekî ya medyayî di hemû rewşên dijwar de, xwedî hezkirineke berfireh a gelerî ye li Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din ên Kurdistanê.
Em di demekê de ku daxwaza hilweşandina vê biryarê dikin, di heman demê de vê biryarnameyê wek reşkirin û sivîkatîkirina bi karê hevkara xwe Vîviyan Fetah dihesibînin.
Pêwendiyên Giştî yên Tora Medyayî ya Rûdawê
Rûdaw herwiha naveroka biryara Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a ji bo qedexekirina karê Vîviyan Fetah bo 2 mehan weke xwe belav dike.
Daxuyaniya Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi vî awayî ye:

“Li ser binemaya yasayên rêkxistina karê medyayî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, û li gorî bendên parastina rûmeta mirov, di Peymanameya Hevtêgihiştinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, biryar hate dan ku peyamnêra kenala televizyonî ya Rûdawê, rojnamevan Vîviyan Fetah, dema 2 mehan ji encamdana hemû corên çalakiyên medyayî bê qedexekirin, ew jî bi sedema ziyana ku gihandiye şehîdan û malbatên wan. Ji bo zanyariyê jî, ev biryar li ser wî giliyî hatiye dan, ku ji aliyê hejmarekê ji malbatên şehîdan ve hate pêşkêşkirin, û piştî ku Nivîsgeha Ragihandinê û Yekîtiya Ragihandina Azad daxwaz ji wê peymanêrê kir ku, di bultena din de, lêbûrînê ji kasûkarên şehîdan bixwaze û wê ev yek jî pejirandibû, lê diyar bû, ku li şûna daxwaza lêbûrînê, ew li ser helwesta xwe ya riswakirina şehîdan û sivikirina bi rêkeftina xwe ligel van herdu dezgehan, rijd bû. Herwiha bêjerê bultenê jî, ew kesên ku ew reftara peyamnêrê red dikir, bi hin kesên ku fitneyê dirust dikin, binav kirin, bêyî ku bi bîra xwe bîne, piraniya wan kesan ji kesûkarên wan şehîdan in, ku peyamnêrê ew riswa kirin, êdî ev yek nayê pejirandin, çi ji aliyê peyamnêrê be, çi jî ji aliyê bêjerê bultenê be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse