Li Erziromê pevçûn: 4 birîndar hene

10-05-2024
RÛDAW
Nîşan Erzirom Pevçûn Çêrmik
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî di pevçûna du malbatan 4 kes birîndar bûn.

Herwiha li navçeya Çêrmikê di pevçûneke din de jî 2 xwendekarên dibistana amadehiyê birîndar bûn.

Li Taxa Abdurrahman Gaziyê ya Erziromê di navbera du malbatên mirovên hev de ji ber pirsgirêka deynan nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du malbatan bi kêr û çekan êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin û ji bo desteserkirina tawanbaran dest bi xebatê kir.

2 xwendekar birîndar bûn

Li aliyê din, heman rojê li navçeya Çêrmikê ya Erziromê xwendekarên dibistaneke amadehiyê ya taybet bi kêran pev çûn.

Di encamê de 2 xwendekarên 16 salî bi kêrê birîndar bûn.

Di bûyerê de 4 xwendekar jî hatin desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst