ERZIROM - Şerê bi kêran: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn

12-08-2025
RÛDAW
Nîşan Erzirom Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de şerê bi kêran derket. Di encamê de kesek mir, pasewanek jî di nav de 2 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku bûyer li Taxa Yunus Emreyê qewimî. Derengê şevê di navbera du koman de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaş veguherî şerê bi kêran û welatiyê bi navê A.Y. ji sînga xwe û welatiyê bi navê E.Y. jî ji pişta xwe bi kêran birîndar bûn.

Her wiha pasewanekî ku xwest wan ji hev bike jî ji destê xwe birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê gelek polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

A.Y.yê ku bi giranî birîndar bûbû, li gel hemû hewldanan nehat rizgarkirin û mir. Hat zanîn ku rewşa E.Y. jî giran e û rewşa pasewan jî baş e.

Polîsan li taxê tedbîr standin û ji bo desteserkirina gumanbaran dest bi xebatan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst