Amed (Rûdaw) - Li Amedê di 4 rojên betlaneya Cejna Qurbanê de bi dehan hezar geştyarên ku çûn serdana bajêr kezebfiroşên Amedê şên kirin.
Li Amedê porsiyonek kezeb ji 230 lîreyên Tirkî dest pê dike heta 330 lîreyên Tirkî jî derdikeve.
Li bajêr jî zêdetirî 350 kargehên ku kezeb ango cîgerê çêdikin û difiroşin hene.
Salane bi sed hezaran geştyar kezeba Amedê tehm dikin û navê kezeba Amedê li cîhanê belav dikin.
Di çar rojên betlaneya Cejna Qurbanê de bi deh hezaran geştyarên ku çûn serdana Amedê piştî geşta li şûnwarên dîrokî wekî her car dîsa herî zêde kezeba Amedê tercîh kir.
Li bajêr zêdetirî 350 kezebfiroş hene û ew li gel kezebê kebabê jî difiroşin lê çar demsalan jî ji bo mêvanên bajêr ti tehm şûna kezebê nagirin.
Lewra hem tehma wê xweş e û hem jî piştî ku hat wesandin di 5 xulekan de amade dibe û tê ber mêvanan.
Mahmut Aluçê ku ji bo gerê çûye Amedê got:
“Kezeba Amedê xweş e hem jî pir xweş e.
Ez bi eslê xwe ji Meletiyê me, ji Puturgeyê me.
Sirf ji bo ku ez li vir cîgerê bixwim ez hatim.
Min porsiyonek û nîv cîger xwar. Ez gelekî memnûn bûm.
Ez sala çûyî careke din hatibûm îsal dîsa hatim.”
Ugur Aluç jî anî ziman, “Ez ji Stenbolê têm lê eslê me em ji Meletiyê ne, me vir pir eciband.”
Denîz Oynakê ku ji Almanyayê hatiye jî da zanîn:
“Ez Êzidîyê gundê Dawidiyê yê Çinara Amedê me.
Em li Almanyayê rûdinên, ez salê du sê caran ji Almanyayê ji bo xwarina kezeba Amedê têm vir.”
Yusuf Yildiz li ser kezeba Amedê got:
“Min porsiyonek û nîv cîger xwar, min berê jî li gelek cîhan cîger xwaribû lê bi rastî cîgera vir efsane bû.”
“Ji kezeba berxan tê çêkirin”
Amarên tekez di vê cejnê de nehatin belavkirin lê li gorî texmînan di çar rojan da zêdetirî 15 ton kezeb hatiye firotin.
Tekîn Hostayê kezebfiroş got:
“Ji 81 bajaran gel hatin Amed, Mêrdîn û Rihayê. Tercîha wan ev derdoa bû.
Kezeba Amedê gelekî meşhur e, ji ber ku ji kezeba berxan tê çêkirin nerm e, xweş e û bi destên hostayên baş tê çêkirin loma tê tercîhkirin.”
Nîhat Kayayê kezebfiroş jî anî ziman:
“Em wekî Kûçebaşî Cîgercîsî navdar in. Ji bo cîgera Amedê çi ji deste me tê em dikin.
Berî eydê rojane me 150-200 kîlo kezeb dihat firotin lê niha ji eydê ve ji ber ji her derê cîhanê geştyar tên em pê re nagihînin.
Rojane 500-600 kîlo kezeb em difroşin.”
Kezeb yek ji xwarinên taybet ên bajêr e, nîşaneya erdnîgariyê girtiye û li ser navê Amedê jî hatiye tomarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse