Şandeyeke DEM Partiyê ji bo beşdariya merasîma çekdanînê hat Hewlêrê

10-07-2025
RÛDAW
Şandeya DEM Partiyê: Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Şandeya DEM Partiyê: Wêne û Vîdeo: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Şandeya DEM Partiyê Hewlêr Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke ku ji parlamenterên DEM Partiyê û kesayetiyên Bakurê Kurdistanê pêk tê, ji bo beşdariya merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê, gihişte Herêma Kurdistanê.

Şande piştî nîvroya îro bi rêya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê gihîşte Herêma Kurdistanê û ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Nûnerê DEM Partiyê yê Herêma Kurdistanê Murat Şen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, “Ji bilî vê şandeyê, hejmareke din a parlamenter, kesayetî û rêxistinan ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê îşev bi rêya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl werin Herêma Kurdistanê.”

Li gorî gotina Murat Şen, şande dê sibe ji Hewlêrê ber bi merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê ve bi rê bikeve.

Şande ji aliyê Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û tîma protokola serokatiyê ve hat pêşwazîkirin û dê îşev li Hewlêrê bimîne.

Sibe 11ê Tîrmehê, biryar e di merasîmekê de komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çekan deyne.

Li gorî agahiyên Rûdawê, merasîm dê li sînorê binara Qendîlê ya di nav Îdareya Serbixwe ya Raperînê de ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve were lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst