Sînan Çîftyurek: Dewletê mejiyê xwe daye ser statuya Rojavayê Kurdistanê

05-09-2025
RÛDAW
Hêvîdar Zana û Sînan Çîftyurek / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hêvîdar Zana û Sînan Çîftyurek / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Elî Dolemerî Emmanule Macron Hewlêr Parîs Sînan Çîftyurek Pêvajo Rojavayê Kurdistanê Dewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ragihand ku pêvajoya nû ya çareseriyê bê nav û naverok e û got, “Dewletê mejiyê xwe daye ser statuya Rojavayê Kurdistanê.”

Piştî daxuyaniyên rayedarên MHP û AK Partiyê, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê careke din behsa “pêvajoya çareseriyê” tê kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek derbarê mijarê bû mêhvanê Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

“Ez dixwazim di serî de tiştekî bibêjim. Pêvajoya li hundirê Bakurê Kurdistanê, gelo ew pêvajo, pêvajoya çi ye? Yanî çi armanc dike? Navê wê çi ye? Aliyên wê kî ne? Di navbera aliyan de peymaneke fermî ya nivîskî heye?”

Çîftyurek amaje bi pêvajoya çareseriyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêveberiya Şamê de kir û anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê rewş ne zelal e.

“Pêvajoya derbasbûnê ye”

Sînan Çîftyurek got, desthilat nabêje ku ev pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurdan e û wiha pê de çû:

“Bi eşkereyî, şêwirmendê serokkomar dibêje ku ev pêvajo ne pêvajoya çareserkirinê ye, navê wê ‘pêvajoya derbasbûnê’ ye.

Pêvajoya derbasbûnê jî çi ye? Dibêjin, ‘Çek bê berdan, teror bê qedandin, Tirkiye bê teror be û li ser vê yekê em ê li ser hinek reforman bisekinin.’”

Çîftyurek destnîşan kir ku heta niha ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan ti gavên cidî nehatine avêtin û got:

“Heta ku hebûna miletê Kurd di destûrê de neyê qebûlkirin, heta ku zimanê Kurdî nebe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî û heta ku li kolanan zimanê me neyê qedexekirin, ev meseleya Kurd û Kurdistanê ye.

Heta niha dewletê navek li pêvajoyê nekiriye.”

“Hişê dewletê li ser Rojava ye”

Parlamenterê DEM Partiyê bal kişand ser girêdana pêvajoya li Tirkiyeyê ya bi rewşa Rojavayê Kurdistanê ve û diyar kir ku metirsiya herî mezin a Tirkiyeyê statuya Kurdan a li derveyî sînor e û biland:

“Pirsgirêka herî mezin ev e, dewletê di hundir de zêdetir hiş û mejiyê xwe daye ser statuya Rojavayê Kurdistanê.

Gefên MHP û AK Partiyê yên li dijî HSDyê li ser vê pêvajoyê jî gefeke mezin çêdikin.”

“Gel ji dewletê bi guman e”

Çîftyurek da zanîn ku gelê Kurd piştgiriyê dide pêvajoyeke aştiyane lê ji dewletê bi guman e û got:

“Ez di nav gel de me, gel dipirse û dibêje, ‘Gelo ev meseleya Kurd, eger neyê çareserkirin, ev pêvajo ne pêvajo ye.’

Rastî ev e. DEM Partî jî dibêje divê hebûna gelê Kurd bê qebûlkirin û zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê û zimanê fermî.

Lê li hemberî vê, desthilatdarî dibêje ev pêvajoya derbasbûnê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst