Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên parêzgehên Herêma Kurdistanê, îsal 24 kes di avê de xeniqîne.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê diyar kir ku li gorî heman dema par bûyerên xeniqînê kêm bûne.
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê Şaxewan Seîd ji Rûdawê re got, “Ji destpêka îsal ve, li parêzgeha Hewlêrê 10 kes xeniqîne; 9 ji wan li Xebatê û yek jî li Bendava Aqûbanê.
Her wiha 20 kes jî hatine rizgarkirin.”
Par ji destpêka salê heta meha 7an a îsal li Hewlêrê 34 kes di avê de xeniqîbûn.
Şaxewan Seîd got, “Li gorî par bûyerên xeniqînê kêm bûne, par di vê demê de hejmar nêzîkî 18 kesan bû.”
Berdevkê Parastina Sivîl a Hewlêrê di berdewamiyê jî de got, “Hişyariya xelkê zêdetir bûye, me bêtir tabelayên rêberiyê daliqandine, tîmên me berdewam li ser bendav û rûbaran amade ne û çavdêriya welatiyan dikin.”
Berdevkê Parastina Sivîl a Dihokê Bêwar Ebdulrehman jî ji Rûdawê re got, “Îsal 5 kes li parêzgeha Dihokê xeniqîne û 3 kes jî hatine rizgarkirin. Hejmar nêzîkî ya par e ku par wekî îsal 6 kes xeniqîbûn.”
Berdevkê Parastina Sivîl a Helebceyê Zanyar Umer ji Rûdawê re got, “Heta niha li parêzgeha me ti kes nexeniqiye. Par kesek xeniqîbû.”
Berpirsekî Navenda Hevbeş a Koordînasyona Qeyranan a Wezareta Karên Navxwe jî ji Rûdawê re got, “Ji destpêka îsal ve heta niha li Herêma Kurdistanê 24 kes xeniqîne.
10 li Hewlêrê, 5 li Dihokê û 9 kesên din jî li parêzgeha Silêmaniyê û îdareyên serbixwe bûne.”
Li gorî amarên Navenda Hevbeş a Koordînasyona Qeyranan a Wezareta Karên Navxwe sala 2023yan 61 kes di avên rûbar û çeman de xeniqîbûn.
2023yan li Hewlêrê27 kes, li Dihokê 19 kes, li Silêmaniyê14 kes û li Helebceyê jî kesek xeniqî bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse