Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî di salvegera Pêşmergetiya xwe de peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Silav li rihê pak ê wan Pêşmergeyên ku xwîna wan a sor bûye heveyê azadî û serbilindiya gelê wan û di wê rêyê de şehîd ketine."
Serok Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Xê belav kiriye de diyar kir:
"Silav li hemû wan qehremanên ku rêya Pêşmergetiyê hilbijartiye û ew erkê pîroz li ser milê wan e û ez çavên wan maç dikim."
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de anî zimên, "Pêşmerge serbilindiya herî bilind e."
Serok Mesûd Barzanî di pirtûka xwe ya bi navê "Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd" de dibêje:
"Roja 20ê Gulana 1962yan yek ji wan rojên jiyana min e ku ti carî ji bîra min naçe.
Ew roj ji bo min gelekî girîng e çimkî ez di wê rojê de bûm şervan û hêviyeke min a mezin hebû ku heta dawiya jiyana xwe her Pêşmerge bim."
Çîroka 64 salan
"Ez li bin sîha Alaya Kurdistanê li Mehabadê ji dayîk bûm. Ez her xulekê amade me ku li bin sîha wê alayê û ji bo wê alayê bimirim." Ev gotina Serok Mesûd Barzanî ye.
Serok Mesûd Mistefa Barzanî 16ê Tebaxa 1946an li Mehabadê ji dayîk bûye. Wê demê ji bo piştgirîkirina Komara Kurdistanê, Mistefa Barzanî û hêzeke mezin li Mehabadê bûn.
Piştî rûxîna Komara Kurdistanê, hîn temenê Serok Barzanî nebûbû salek, Mistefa Barzanî bi beşek ji hêza xwe re berê xwe da Yekîtiya Sovyetê. Piştî ku gihîştin wê derê 12 salan li wir man.
Piştî 12 salan yekem dîtina yekem…
Sala 1958an piştî 12 salan, Mistefa Barzanî ji Yekîtiya Sovyetê vedigere welêt. Wê demê temenê Serok Barzanî 12 sal bû û wî cara yekem bavê xwe dît û pê şa bû.
Ew dîtin ji bo Serok Barzanî bû werçerxanek û qonaxeke nû ya tiji dastan, xewn û hêviyên mezin.
Piştî destpêkirina Şoreşa Îlonê ya bi serkêşiya Mele Mistefa Barzanî, ji hemû herêmên Kurdistanê û tewr ji parçeyên din jî xelk tevlî şoreşê bû.
Xort û ciwanan xewna dîtina Barzanî û Pêşmergetiyê didît.
Serok Mesûd Barzanî jî yek ji wan ciwanan bû ku hemû hêvî û xeyala wî ew bû ku bibe Pêşmerge û çekê bide milê xwe.
Kurdistan di rewşeke dijwar û zehmet re derbas dibû.
Hîn salek di ser Şoreşa Îlonê re derbas nebûbû, artêşa Barzanî bi xwîna gelek serkirde û Pêşmergeyên qehreman li Behdînanê serkeftineke mezin bi dest xist.
Piştî vê serkeftinê, Barzanî û hevalên wî ber bi devera Akrê, Nehlê, Soran û Sîdekanê ve bi rê ketin.
#GRAFÎK - Serok Mesûd Barzanî: Pêşmerge serbilindiya herî mezin e
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 20, 2026
🛑 Ev 64 sal in ku Serok Barzanî Pêşmergeyê Kurdistanê ye pic.twitter.com/uCY2RT7ESx
Wergirtina destûra Pêşmergetiyê
Mistefa Barzanî û hevalên xwe li Geliyê Nehlê li sînorê navçeya Neqebyanê demekê dimînin.
Serok Mesûd Barzanî di bergê sêyem ê pirtûka xwe ya "Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd" de qala wan deman dike ku çawa tevlî şoreşê bûye û dibêje:
"Dema ku bavê min û artêşa wî hatin Geliyê Nehlê, min bi nameyekê jê xwest ku ez biçim cem wî û bibim Pêşmerge.
Wî bersiv da min û got ku heke Îdrîs razî bibe ew dê destûrê bide min lê biryara dawî jî dabû destê mamê min, Cenabê Şêx Ehmedê Barzanî."
Serok Barzanî di berdewamiya pirtûka xwe de wisa nivîsiye:
"Min gelekî ji Îdrîs re got heta ku min ew razî kir ku biçe cem Cenabê Şêx Ehmed û ji bo min destûrê wergire. Çûn û piştî du rojan vegeriyan. Di wê demê de dilê min pir lê dida, ez ditirsiyam ku Cenabê Şêx razî nebe û bibêje nexêr. Wê demê min dê çi bikira? Ew ji bo min dawiya her tiştî bû. Lê daxwaza min pêk hat, mamê min û Îdrîs razî bûn û destûr dan ku ez biçim."
Pişt re birayê mezin ê Serok Barzanî Îdrîs Barzanî, bi nameyekê agahî da Mistefa Barzanî ku hemû alî razî bûne da ku Serok Barzanî tevlî şoreşê bibe.
Mistefa Barzanî çend Pêşmergeyan peywirdar dike da ku Serok Barzanî bigihînin baregeha wî. Paşê bi rêya Deravê Rêzan û Alkayê, Serok Barzanî derbasî aliyê din ê Zê dibe.
Ew roja ku Serok Barzanî digihe baregeha Barzanî
Serok Barzanî di pirtûka xwe de dibêje: "Dema ku ez derbasî aliyê din ê Zê bûm, bavê min çend Pêşmerge li pey min şandibûn da ku min bibin ser erkê min.
Hema ku çavê min li wan ket, min hest bi dilxweşiyeke mezin kir ku qet nayê vegotin.
Min hest kir ku ez bûme xwediyê hemû cîhanê. Ez amade bûm ku bi ba re bikevim pêşbaziyê da ku zû bigihîjim cem wan."
19ê mehê bi rê dikevin û tevahiya şevê di rê de dibin. Pişt re di Çiyayê Pêrisê re hildikişin.
Serok Barzanî û hevalên wî roja din li Geliyê Neqebyanê digihîjin Kaniya Tozê ya li nêzîkî Geliyê Bêxmeyê.
20ê Gulana 1962yan, saet 18:00an digihîjin baregeha Barzanî lê Mistefa Barzanî ji bo dîtina rewşa herêmê çûbû Bêxmeyê.
Serok Barzanî di pirtûka xwe de wisa qala wê kêliyê dike ku bavê wî vedigere baregehê û dibêje:
"Ez nikarim qala wê kêfxweşiyê bikim ku di wê demê de dil û derûniya min girtibû. Dîmenê Barzanî yê ku ji dûr ve dihat, ew artêşa rêkûpêk ku hemû bi rext û çek û tifing bûn.
Min çi dîtibû, ji wan xeyalên ku dihatin ber çavên min gelekî wêdetir bû. Dema ku bavê min vegeriya û min ew dît, pêleke dilxweşiyê ew girtibû. Min nekarî xwe bigirim û hêstir ji çavên min bariyan.
Cenabê bavê min bi dîtina min gelekî dilxweş bû. Pirsa tenduristiya Şêx Ehmed û mamê min Şêx Babo kir.
Paşê pirsa tenduristiya endamên malbatê kir û min jî bersiv dida. Paşê min silavên wan gihandinê."
Şertê bav…
Serok Barzanî ji Mistefa Barzanî dixwaze ku bibe Pêşmerge. Serok Barzanî qala wê bersivê dike ku jê re hatiye gotin:
"Eger tu dixwazî bibî Pêşmerge, şertê vê heye. Nabe tu wisa bifikirî ku tu kurê min î û tu ji wan mezintir î. Ew hemû ji te ezîztir in, hemû kurên min in.
Divê tu wekî yekî ji wan bijî; xwarin û cil û bergên te, erkê te divê wekî ya wan be. Berpirsê te jî Haçik e ku ew berpirsê parêzvanên wî yê taybet bû, ew çi ji te re bibêje divê tu wê bikî. Min got min hemû ew şert qebûl kirine û ez dê bi cih bînim."
Serok Barzanî di pirtûka xwe de wisa behsa tevlîbûna xwe ya nav refên Pêşmergeyan dike û dibêje:
"20ê Gulana 1962yan yek ji wan rojên jiyana min e ku ti carî ji bîra min naçe. Ew roj ji bo min gelekî girîng e çimkî ez di wê rojê de bûm şervan û hêviyeke min a mezin hebû ku heta dawiya jiyana xwe her Pêşmerge bim."
Pesnê bav: “Bereketa Xwedê li te be”
Mistefa Barzanî 22yê Gulana 1962yan ferman da ku beriya hilatina rojê ji rûbar derbas bibin û di Çiyayê Biradostê re berê xwe bidin devera Soranê.
Piştî ku bi rê dikevin, digihîjin gundekî û bilindahiyek tê pêşiya wan. Mistefa Barzanî tifinga xwe ya taybet dide destê Serok Barzanî û dibêje:
"Eger tu karibî di wê bilindahiyê re heta dawiyê vê tifingê hilgirî, wê demê ez dê bibêjim tu hêjayî wê yekê yî ku bibî Pêşmerge."
Serok Barzanî yekser tifingê jê werdigire, dixe milê xwe û bi komek Pêşmerge re hildikişe heta ku digihîje lûtkeya bilindahiyê.
Dema ku Mistefa Barzanî jî digihîje cem wan, dibîne ku Serok Barzanî bi ser ketiye û jê re dibêje:
"Bereketa Xwedê li te be, bi rastî tu mezin bûyî, tu hêja û jêhatî yî û di tecrubeya xwe de bi ser ketî."
Serok Barzanî vedigêre û dibêje, "Dema min ew pesn ji devê bavê xwe bihîst, bextewariyê dil û derûniya min girt."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse