Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê di pêvajoya aştiyê de "roleke girîng" lîstine.
Dilşad Şehab her wiha got, "Hîn destpêka pêvajoyê ye, her çend ev pêvajo mijareke navxweyî ya Tirkiyeyê be jî, em dê alîkar bin."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar got, “Herêma Kurdistanê aliyekî zerermend ê şerê Tirkiye û PKKyê bû û ez piştrast im ku Herêma Kurdistanê dê girîngiyeke zêde bide wan deverên ku ji ber şer zerer dîtibûn.”
Sibe 11ê Tîrmehê, biryar e di merasîmekê de komeke gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çekan deyne.
Dilşad Şehab her wiha got, "Hîn destpêka pêvajoyê ye, her çend ev pêvajo mijareke navxweyî ya Tirkiyeyê be jî, em dê alîkar bin."
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê got, “Herêma Kurdistanê aliyekî zerermend ê şerê Tirkiye û PKKyê bû û ez piştrast im ku Herêma Kurdistanê dê girîngiyeke zêde bide wan deverên ku ji ber şer zerer dîtibûn.”
Ji bo beşdarbûna merasîma çekdanîna komeke gerîlayên PKKyê, şandeyeke ku ji parlamenterên DEM Partiyê û kesayetiyên Bakurê Kurdistanê pêk tê, gihişte Herêma Kurdistanê.
Şandeyek bi rêya balafirê hat û gihişte parêzgeha Hewlêrê.
Şandeyeke din jî li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl gihişte Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê û ji aliyê Dilşad Şehab, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û çend berpirsên din ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, merasîm dê li sînorê binara Qendîlê ya di nav Îdareya Serbixwe ya Raperînê de ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve were lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku Rûdawê bi dest xistine, di navbera 33 û 44 gerîlayan de dê çekan deynin û paşê çekên wan dê bên îmhakirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse