Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, li ser navê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî "Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî" a li Stenbolê bû ku ji aliyê DEM Partiyê ve tê organîzekirin.
Dilşad Şehab ji Rûdawê re axivî û pêvajoya ku li Tirkiyeyê tê birêvebirin wekî "gelekî bi qîmet" bi nav kir.
Şehab tekez kir ku Hewlêr amade ye ji bo aştiyê her berpirsyariyê bigire ser milê xwe.
"Şer û pevçûn ji xeynî poşmaniyê tiştekî bi xwe re nayîne"
Şehab bal kişand ser girîngiya pêvajoyê û mînaka ezmûna Herêma Kurdistanê û got:
"Li gorî me pêvajoya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê tê meşandin qonaxeke gelekî girîng û destpêkeke gelekî bi qîmet e.
Wekî Herêma Kurdistanê peyama me ev e: Konferans çi li Bexdayê be, çi li Stenbolê be, çi li Enqereyê be û çi jî li devereke din a cîhanê be; ezmûna me ya têkoşînê ya li Herêma Kurdistanê îspat kiriye ku şer û pevçûn, ji xeynî poşmaniyê û zererên mezin ên li mirovahiyê, tiştekî din bi xwe re nayîne.
Ji ber vê yekê em qîmeta aştiyê ji her kesî baştir dizanin. Li Herêma Kurdistanê em dizanin ku aştî û bihevrejiyana gelên herêmê çi qasî girîng e.
Daxwaza me ew e ku herêma me bibe herêmeke ewle û gelên vê cografyayê di nav biratî û aramiyê de bijîn."
"Herêma Kurdistanê ji destpêkê ve piştgirê pêvajoyê ye"
Şehab diyar kir ku helwesta Serokatiya Herêma Kurdistanê zelal e û wiha axivî:
"Ji destpêka pêvajoyê ve Cenabê Serok Nêçîrvan Barzanî bûye alîkar û piştgirê aştiyê. Herêma Kurdistanê li herêmê faktora aştî û îstîqrarê ye.
Ji bo ku ev pêvajo bigihîje serkeftinê, çi bikeve ser milê me em dê alîkariyê bikin."
Şehab bal kişand ser zehmetiyên pêvajoyê û daxwaza sebrê ji aliyan kir.
Şehab her wiha li ser helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ev tişt gotin:
"Daxwaza me ji beşdarên konferansê û dewleta Tirkiyeyê ev e: Pêvajoya aştiyê pêvajoyeke gelekî bi zehmet e, dê astengî derkevin pêşiya meseleya aştiyê.
Çimkî biryareke mezin hatiye dayîn. Mirovên mezin, yên wêrek; Cenabê Serokkomar Erdogan û Birêz Ocalan biryarên wêrek dane. Bê guman dê astengî derkevin pêşiya vê pêvajoyê.
Em serkeftinê ji wan re dixwazin û ji hemû aliyan daxwaz dikin ku ji bo serkeftina vê pêvajoyê xwedî sebreke dûvdirêj, metanet û tehemûleke berfireh bin."
Pêwendiyên bi Enqereyêyê re
Dilşad Şehab pirsa "Gelo rê li ber beşdariya kesên wekî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yan Serok Mesûd Barzanî di xebatên wiha yên li Stenbol û Enqereyê de vedibe?" bersivand û tekezî li ser pêwendiyên bi Tirkiyeyê re û baweriya aliyan kir.
Şehab got, "Bê guman ev rewş bi serê xwe şahidiyek e, delîlek e. Bi taybetî di serokatiya Birêz Erdogan de di pêwendiyên me de bipêşketineke mezin çêbûye. Ev pêwendî di berjewendiya hemû aliyan de ne."
"Hem Tirkiye û hem jî Ocalan baweriyê bi me tînin"
Şehab bal kişand ser baweriya bi rola Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya aştiyê de û wiha pê de çû:
"Xwestina piştgiriya Cenabê Serok Barzanî û Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û rolgirtina wan di pêvajoya aştiyê de, delîl e ku Herêma Kurdistanê faktoreke aştiyê ye û alîgirê aştiyê ye.
Em şanaziyê dikin ku alîkarî û piştgiriyê didin vê pêvajoya girîng.
Serkeftina dawî ya vê pêvajoyê dê ji bo mirovahiyê, ji bo Rojhilata Navîn, Tirkiye, Îraq, Herêma Kurdistanê û hemû kesên li vê cografyayê dijîn bibe serkeftinek."
Şehab tekezî li ser mafên gelê Kurd û jiyana demokratîk kir û diyar kir ku ew rêzê li kar û barên navxweyî yên Tirkiyeyê digirin û wiha axivî:
"Em yek gel in, bira ne. Ji bo me gelekî girîng e ku birayên me li her derê bigihîjin mafên xwe û li gel gelên din jiyaneke demokratîk û aştiyane bidomînin.
Em rêzê li biryarên navxweyî yên Tirkiyeyê digirin, siyaseta ku dimeşînin siyaseteke rast e.
Cihê kêfxweşiyê ye ku serkêşiya Herêma Kurdistanê ji bo her du aliyan jî (dewlet û tevgera Kurd) cihê razîbûn û hêviyê ye.
Hem baweriya dewleta Tirkiyeyê û Cenabê Serokkomar bi rola Cenabê Serok Barzanî û Birêz Serokê Herêma Kurdistanê heye; hem jî di heman demê de bawerî û hêviyeke mezin a Birêz Ocalan ê ku pêvajoya aştiyê dimeşîne û yên din jî bi Herêma Kurdistanê heye."
Dilşad Şehab wiha pê de çû, "Ne tiştekî veşartî ye ku Herêma Kurdistanê rol digire, dibe alîkar û piştgir da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve.
Delîlê vê mijarê jî, ne tenê bi birayên me yên li vê herêmê re, pêwendiyên me yên li her welatî ne.
Em spasiya dewleta Tirkiyeyê jî dikin ku derbarê van pêwendiyan de ti dilgiranî hîs nake.
Çimkî Herêma Kurdistanê kar û barên xwe yên siyaset û îdarî di çarçoveya Destûra Îraqa Federal de dimeşîne û rêzê li serwerî û taybetmendiyên her welatî, bi taybetî jî Tirkiyeyê digire."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse