Li Meletiyê 2 tren li hev qelibîn: Makînîstek birîndar bû

10-09-2025
RÛDAW
Nîşan Tren Qeza Meletî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hekîmxanê ya parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê 2 trenên barhilgir li hev qelibîn û makînîstek birîndar bû.

Li gorî zanyariyan îro li nêzî gundê Hasançelebiyê yê navçeya Hekîmxanê ya Meletiyê,  2 trenên barhilgir ku yek ji wan ber bi Sêwazê ve û ya din jî ber bi Meletiyê ve diçû li hev qelibîn.

Di bûyerê makînîstê (şofêrê trenê) trenekê ji wan birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û makînîstê birîndar rakir nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin û tîmên parastina sivîlan ên Şaredariya Meletiyê jî li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst