Dengdana ji bo hilbijartina xûla pêncem a parlamentoya Iraqê, êvara îro demjimêr 18:00 bi dawî hat.
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê ragihand: “Gelek amûr heta demjimêr 11ê berî nîvro û hinek jî heta demjimêr 12ê nîvro kar nekirine û ev jî sedemeke ji bo vala çûn û sotina hejmareke dengên dengdêran.
Kameran Xerîb, Berdevkê Liqa 4 a PDKê li Silêmaniyê, êvara îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand: ”Hinek binpêkarî ji aliyê hinek partî û hevpeyamaniyan ve li bajarê Silêmaniyê hatine kirin. Me xwest saziyên ragihandinê ji vê yekê agahdar bikin. Me li dijî van binpêkariyan li Komîsyonê gilî tomar kiriye.”
Di bersiva pirsekê de Berdevkê Liqa 4 a PDKê ragihand, mebesta wî ji binpêkariya ne sextekarî ye, belku wan hinek kêmasî li hejmareke binke û wêstgehan destnîşan kirine.
Herwiha di bersiva xwe ya bo peyamnêrê Rûdawê ya derbarê rêjeya dendanê û têkçûna amûrên dengdanê, di demekê de ku 3 caran hatine testkirin, Kameran Xerîb got: “Ev ne tenê bi vê hilbijartinê ve girêdayî ye; me di hilbijartinên din de jî dît ku bi awayekî kêmasî di amûran de hebû. Divê Komîsyon bersiva van pirsyar û gumanan bide. Derbarê rêjeya dengdanê jî di hilbijartinên din de me dît hejmareke zêde ya xelkê sibê neçûn û piştî nîvro çûn û deng dan. Lê pirsgirêk ew e ku hinek ji wan amûran têkçûne, qerebûya vê yekê di demê de nayê kirin. Ji ber ku komîsyon dibêje amûrên me bi awayek otomatîk di demjimêr 6 tên girtin.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse