Hewlêr (Rûdaw) - Deriyên sînorî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îran û Tirkiyeyê de ji ber hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Îraqê ji bo derbasbûna bê pirsgirêk dê vekirî bimînin.
Sibe ji bo hilbijartina Parlamentoya Îraqê li Îraq û Herêma Kurdistanê xelk diçe ser sindoqan.
Li gorî berpirsên deriyan ku ji Rûdawê re ragihandiye, di dema dengdana giştî de hatin û çûyîna geştyarî û bazirganî di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê û Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de dê asayî be.
Berdevkê Deriyê Navneteweyî yê Hacî Omeranê Sîrwan Hisên ji Rûdawê re got:
"Tevî dengdanê, sibe hatûçûna bazirganî û geştyarî ya ji deriyê me ber bi Îranê ve dê asayî be."
Her wiha Berdevkê Deriyê Navneteweyî yê Başmaxê yê li parêzgeha Silêmaniyê Merîwan Kerîm jî li ser vekirina derî wiha axivî:
"Deriyê me dê sibe wekî rojên asayî 24 saetan ji bo bazirganî û geştyariyê vekirî be."
Qeymeqamê Zaxoyê Muşîr Beşîr derbarê Deriyê Îbrahîm Xelîlê ku yekane deriyê navneteweyî yê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de ye ji Rûdawê re got, "Derî nayê girtin û sibe dê 24 saetan vekirî be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse