Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraq û Herêma Kurdistanê pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê ku îro danê sibê saet di 07:00an de dest pê kiribû, bi dawî bû.
Piştî girtina sindoqan, dest bi jimartina dengan hat kirin.
Ji bo hilbijartinên ku li seranserê parêzgehan zêdetirî 21 milyon dengder lê tomarkirî ne, zêdetirî 39 hezar sindoq hatibûn danîn.
Li gorî amarên ku Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê nîvro aşkere kirin, rêjeya beşdarbûnê li seranserê Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 35 derbas nekir.
Herêma Kurdistanê xwedî 46 kursiyan e
Li Parlamentoya Îraqê Herêma Kurdistanê xwedî 46 kursiyan e ku ji wan 15 li Hewlêrê, 18 li Silêmaniyê, 11 li Dihokê û 2 jî kota ne.
Li bazneya hilbijartinê ya Hewlêrê, 9 partî û 6 lîsteyên serbixwe bi giştî bi 108 namzed beşdarî hilbijartinan bûn.
Li Silêmanî û Helebceyê ku wekî yek bazneya hilbijartinê ne, 9 partî û 4 lîsteyên serbixwe bi 136 berbijêran beşdar bûn.
Li bazneya hilbijartinê ya Dihokê jî 59 berbijêran ji bo çûna parlamentoyê rikaberî kirin.
Rêjeya beşdariya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê:
Hewlêr: ji sedî 50
Koye: ji sedî 70
Raperîn: ji sedî 61
Helebce: ji sedî 63
Mêrgesor: ji sedî 92
Zaxo: ji sedî 81
Mûsil: ji sedî 65
Dihok: ji sedî 65
Şêxan: ji sedî 70
Akrê: ji sedî 80
Xurmatû: ji sedî 50
Sêmêl: ji sedî 84
Kelar: ji sedî 50
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse