Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê got, “Heta ku pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin ti aştî li Rojhilata Navîn çênabe.”
Serokê YNKyê Bafil Talebanî derbarê rewş û rûdanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bafil Talebanî amaje bi wê yekê kir ku heta Doza Kurdan neyê çareserkirin dê ti aştî li Rojhilatê Navîn çênebe.
Daxuyaniya Bafil Talebanî wiha ye:
“Di çend rojên borî de me bi hûrbînî ve bûyer û geşedanên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dişopandin û bi giringî ve li guherîn û bandoriyên wê temşa kirin.
Em bi temamî rêzê li vîna gelê Sûriyeyê digirin, nemaze biryarên ku derbarê paşeroja welêt tên dayîn.
Lê di çarçoveya parastina mafên hemû netewe û pêkhateyan û liberçavgirtina ev rastiya siyasî ya li wî welatî heye.
“Em hêvî dikin ku ev wekî derfeteke giring bê dîtin”
Em hêvî dikin ku ev wekî derfeteke giring bê dîtin da ku bi siyaseteke welatparêzî ya hevpar ve qonaxeke nû ya desthilatdarî û dadperweriyê derkeve holê û paşerojeke aram ji bo gelê xwe misoger bike.
Di vê rewşa hestiyar de em piştevaniya xwe tevahî ji bo xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dubare dikin.
“Divê em piştevaniya wan bikin”
Hêvî dikim ku em hemû bi yek deng û bi gotareke welatparêzî ve piştevaniya wan bikin û li ber wan metirsiyan bisekinin ku li ser jiyan û aramiya wan gef in.
Herî dawî em tekeziyê li liberçavgirtin û parastina mafê gelê Kurd dikin, em hêvî dikin hemû alî biryara durist û jîr bidin û parêzvanî li aştî û pêkvejiyana herêmê bikin.
Ji ber ku me berê jî gotiye, heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin, ti aştî li Rojhilata Navîn ne pêkan e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse