Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan ragihand ku bêyî DEM Partiyê ti tifaq nikare bi ser bikeve û got, “Potansiyela DEM Partiyê ji sedî 20 e.”
Li gorî nûçeya Ajansa Welatê, Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi Şandeya DEM Partiyê re bal kişand ser zêdebûna tundiya di nav civakê de û hişyarî da ku pirsgirêkên malbatî û eşîrî vedigerin şer.
Ocalan bang kir ku "li hemberî hevdû dest ji çekan berdin" û ji bo DEM Partiyê jî got, "Bêyî DEM Partiyê nabe, potansiyela wê li derdora ji sedî 20an e."
Li gorî agahiyên ku Heyeta DEM Partiyê parve kirine, Abdullah Ocalan rûdanên civakî ji nêzîk ve dişopîne.
Hat diyarkirin ku Ocalan bal kişandiye ser alozî û pevçûnên ku di salên dawî de di navbera malbat, bajar û eşîran de zêde bûne û di vî warî de banga hestiyariyê kiriye.
Ocalan bi taybetî amaje bi bûyerên li Wanê û gelek bajarên din kir ku pirsgirêkên biçûk vedigerin pêleke tundiyê û ev yek bandoreke neyînî li ser aştî û aramiya civakî dike.
"Tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye"
Abdullah Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye ku yek ji mijarên herî zêde li ser sekiniye tundiya di nav civakê de ye û wiha gotiye:
“Ez ferq dikim tundiya di nav civakê de di rewşeke awarte de zêde dibe. Bi taybetî tundiya li hemberî jinan di asteke bilind de ye. Ez ji vê yekê gelek xemgîn dibim.
Sedemek min a ku ez zêde li ser pêvajoya çareseriyê disekinim jî ew e ku ez karibim dest biavêjm van pirsgirêkan û li ser çareseriya wan rawestim.
Ku em merheleya yekemîn a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derbas bibin dê dor bê van mijaran jî.
Ez soz dikim ku di demeke kin de qasî deh wezaretan kar bikim. Mijara ez pêşiyê li ser bisekinim jî dê tundiya di nav civakê de be."
"Li hemberî hevdû dest ji çekan berdin"
Ocalan bangî hemû kesên ku wî guhdar dikin kir ku pirsgirêkan bi aqil û axaftinê çareser bikin û got:
"Ez ji kesên min guhdar dikin re dibêjim ku li hemberî hevdû bi awayekî exlaqî dest ji çekan berdin. Divê gotineke ku hevdû biêşînin jî nebêjin hev.
Ez tundiya di nav malbatê de, di navbera malbatan de, di navbera eşîran de û di navbera civak û bajar de red dikim, derveyî exlaq dibînim."
Abdullah Ocalan xwest ku her kes vê mijarê wekî berpirsyariyeke exlaqî bibîne û got, "Ji bo wê divê dawî li vê tundiya civaka me perçe dike bê anîn."
Abdullah Ocalan sedema tundiyê wekî "bêrêxistinbûyînê" destnîşan kir û bal kişand ser rola DEM Partiyê ya di siyasetê de.
"Potansiyela DEM Partiyê ji sedî 20 e"
Ocalan diyar kir ku têkoşîna herî mezin a demokrasiyê rêxistinkirina xelkê ye û wiha pê de çû:
"Potansiyeleke mezin a DEM Partiyê heye. Pêwîst e ji xwe bawer be. Partiyeke diyarker e.
Dixwazî bila Tifaqa Cumhur dixwazî bila ya Milet bê ser kar, bêyî DEM Partiyê nabe.
Ji bo vê divê civakê rêxistin bike û ji xwe bawer be. Potansiyela wê li derdora ji sedî 20an e."
Hat ragihandin ku Ocalan di hevdîtina dawî de herî zêde li ser "destûra entegrasyonê" rawestiyaye û ji hemû derdorên demokratîk xwestiye ku di vî warî de kedê bidin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse