SILÊMANÎ - Bîlançoya lehiyê giran e: 'Em amade ne ji Çemçemalê re alîkariyê bişînin'

6 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çemçemal Silêmanî Lehî Umêd Xoşnaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêla baranê ya ku Herêma Kurdistanê girtiye, bîlançoyeke giran li pey xwe hişt; lehiyê li Çemçemalê canê 2 kesan stand.

Pêla baranê ya ku Herêma Kurdistanê girtiye li Silêmanî û Çemçemalê lê rakir û zirereke mezin gihand welatiyan.

Li Çemçemalê di encama lehiyê de 2 kes mirin. Birêvebiriya Tenduristiya Silêmaniyê tîmên xwe hemû amade kirine û di rewşa amadehiyê de ye.

Li aliyê din Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî ragihand ku sibe ne betlane ye.

Ji doh ve pêleke baranê Herêma Kurdistanê girtiye û li gelek deverên parêzgeha Silêmaniyê û derdora wê lehî rabû. Ji bilî ziyanên madî û astengiyên trafîkê, ziyanên canî jî çêbûn.

2 kes mirin

Berdevkê Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş ji Rûdawê re got, "Heta niha du kesan canê xwe ji dest daye, her du jî şêniyên nahiyeya Şoreşê ya Çemçemalê ne."

Serkewt Kareş diyar kir ku yek ji kesên miriye zilamekî 70 salî ye û ya din jî keçeke 22 salî ye.

Li aliyê din hat zanîn ku li Çemçemalê zarokek jî winda ye.

Tenduristiya Silêmaniyê: Em di rewşa amadehiyê de ne

Birêvebriya Giştî ya Tenduristiya Silêmaniyê ragihand ku ji ber "rewşa nexwestî" ya ku ji ber lehiyê derketiye, li ser fermana Birêvebirê Giştî Dr. Sebah Nesredîn, hemû tîmên hawarçûna bi lez a tenduristiyê ketine rewşa "amadehiya herî bilind."

Hat diyarkirin ku hemû nexweşxane, navend û beşên hawarçûnê dê bi şêweyê nobedariyê vekirî bin da ku di dema her bûyereke nexwestî de bi hawara welatiyan ve biçin.

 Birêvebiriyê bangî welatiyan kir ku di rewşên awarte de telefonî hejmara 122yan bikin.

Parêzgarê Hewlêrê: Sibe ne betlane ye

Li aliyê din, Umed Xoşnaw derbarê gotegotên betlaneya giştî de daxuyanî da û got, "Ti biryareke wiha nehatiye dayîn û sibe li Herêma Kurdistanê ne betlane ye, ji ber ku rewş asayî ye."

Umed Xoşnaw ji Rûdawê re ragihand ku ew amade ne alîkariyê bidin navçeyên ku ziyan dîtine û got:

"Em ji bo her alîkariya ku ji bo Çemçemal û derdora wê pêwîst be amade ne, eger pêwîst bike em dê tîmên hawarçûnê ji wan re bişînin."

Keşnasiya Îraqê hişyariya lehiyê da: 5 parêzgeh di bin metirsiyê de ne

Li aliyê din, Desteya Keşnasiyê ya Îraqê hişyarî da ku barana zêde, hewr û brûsk û îhtimala lehiyê li 5 parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê heye û ji welatiyan xwest ku heta sibe sibehê hişyar bin.

Berdevkê Desteya Keşnasî û Erdhejan a Îraqê Amir Cabirî, ji Rûdawê re ragihand ku pêla baranê dê bandorê li Silêmanî, Diyala, Wesit, Mîsan û Besrayê bike.

Amir Cabirî her wiha got ku sibe pêla baranê bi awayekî demkî lawaz dibe lê baran li Silêmanî, Hewlêr û başûrê Besrayê bi şev dê berdewam bike.

Her wiha tê pêşbînîkirin ku rojên Pêncşem û Înê jî li deverên cuda yên Herêma Kurdistanê, başûr û rojhilatê Îraqê baran bibare.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst