Hewlêr (Rûdaw) - Lehiya ku Çemçemal xiste bin avê, ne encama teqîna goleke destçêkirî bû lê encama hevkariya “xezeba xwezayê” û “xeletiyên mirovan” bû.
Tora Medyayî ya Rûdawê di lêkolîneke meydanî de perdeyê ji ser sedemên rastîn ên karesatê radike.
Li gorî lêkolîneke meydanî ya Rûdawê, sedema sereke ya lehiya Çemçemalê barana gur û xwezaya cografî ya herêmê ye.
Pisporekî cografyayê dibêje, topografyaya herêmê wiha dike ku qebareya avê bibe du qat, tîmên endezyariyê jî plana çêkirina bendan û rakirina zêdegaviyan cîbicî dikin.
Bernameya "Rûdawa Îmro" ya ku ji aliyê Nwêner Fatîh ve tê pêşkêşkirin, lêkolîneke meydanî li ser sedem û ziyanên lehiya Çemçemalê kir.
Tîma Rûdawê cara yekem gihişt herêma "Banî Meqan" a li nêzîkî navçeyê ku wekî çavkaniya sereke ya çêbûna lehiyê tê dîtin.
Gol neteqiya, avê ser re avêt
Xwezaya herêmê bi awayekî ava baranan didin Çemçemalê.
Li gorî lêkolînên Rûdawê, li ser wan rêyên xwezayî goleke destçêkirî hatiye avakirin lê ji ber zêdehiya qebareya avê şiyana wê ya girtina avê nema.
Her çiqas destpêkê gotegota teqîna golê hebû lê derket holê ku tenê avê ser re daketiye û av wekî lehiyê ber bi bajêr ve çûye.
Welatiyekî ku 16 sal in li wê deverê kar dike, ji Rûdawê re got,"Di wê maweyê de min lehiyeke wiha nedîtiye, nêzîkî 24 demjimêran av bê rawestan diherikî."
Wî welatiyê ku şarezayê cografyaya herêmê ye, diyar kir ku ew ava li newalê kom dibe, piştî çend kîlometreyan digihîje Çemçemalê.
Rêya avê bi awayekî ye ku divê bê ziyan di bajêr re derbas bibe lê lehî gelekî bi hêz bû.
Cografyaya herêmê metirsî kir du qat
Serokê Zanîngeha Çermûyê û pisporê cografyayê Dr. Helet Reşîd ji Rûdawê re ragihand ku Çemçemal ketiye bintara deverên bilind ên Banî Meqanê.
Dr. Heletê ku doktoraya wî di cografyayê de heye got, "Di dîrokê de ji ber helkefta cografî li Çemçemalê lehî rabûne lê yek ji wan wekî ya vê mehê nebûye.
Di nava 5 demjimêran de nêzîkî 80 mîlîmetre baran li navenda navçeyê bariye û li Banî Meqanê ev rêje gelekî zêdetir bûye.
Cografyaya herêmê jî wiha dike ku her bîstek baran bibare, qebareya avê bike du an sê qat."
Serokê Zanîngeha Çermûyê wekî çareserî pêşniyar kir ku di masterplana bajêr de destkarî li rêyên xwezayî yên avê neyê kirin û ew rêyên ku ava zêde tînin nav bajêr, bend û golên guncav li ser werin çêkirin an jî rêyên wan were guhertin.
"Karên neendezyarî hatine kirin"
Li gorî lêkolînên Rûdawê yên li deverên ziyandîtî, li beşeke tax û kolanan av nêzîkî 3 metreyan bilind bûye û otomobîl û kel û pelên nav malan bi xwe re birine.
Tîmên şaredariyê ev du roj in mijûlî paqijkirina tax û kolanan in ku herî û paşmayên lehiyê ew girtine.
Serokê Tîma Paqijkirinê ya Çemçemalê Endezyar Sirûşt Sazanî ji Rûdawê re got, "Li hinek cihan beşek ji welatiyan karên neendezyarî kirine û rêya avê ber bi navenda bajêr ve guherandine."
Sirûşt Sazanî eşkere kir ku biryar hatiye dayîn bendek li herêma "Banî Meqan" were çêkirin da ku rêya avê bê guhertin û av ji Çemçemalê bl dûr xistin.
Her wiha hemû karên neendezyarî werin rakirin. Di heman demê de biryar e averoya sindoqî ji bo Taxa Kurdistanê were çêkirin ku yek ji taxên nû ye û ziyan dîtiye.
Ziyan çend in?
Li gorî lêkolînên Rûdawê, li hinek taxan av nêzîkî 3 metreyan bilind bûye. Heta niha du kesan canê xwe ji dest daye û 12 kes birîndar bûne.
Ziyan gihiştiye zêdetirî 600 mal, dikan û embaran. Hejmarek otomobîl û kel û pelên nav malan avê birine an jî têk çûne.
Niha tîmên xizmetguzariyê û rêxistin mijûlî paqijkirina bajêr û gihandina alîkariyê ne ji bo mexdûran.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse