Hewlêr (Rûdaw) - Alan Hêmin, ew ciwanê ku li Tekiyeya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê lehî ew bi xwe re bir, çîroka xwe ji Rûdawê re vegot.
Vîdeoya rizgarkirina wî li ser medyaya civakî belav bûbû. Alan dibêje, "Lehî ew qasî bi hêz bû ku bêhna min çikiya û min çend caran şehadet anî."
Alan Hêminê ku li Tekiyeya Çemçemalê dijî, îro Çarşemê ji Nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husameddîn re axivî.
"Otomobîla min 2 hezar metreyan kaş kir"
Alan Hêmin behsa kêliya bûyerê kir û got, "Dema lehî rabû ez ji malê derketim û min xwest biçim marketê lê ji nişka ve asta avê bilind bû û otomobîla min bi xwe re bir.
Lehiyê otomobîla min nêzîkî 2 hezar metreyan kaş kir û ez asê mam."
Avê ez li peyarêya cadeyê xistim û bêhna min çikiya, min ji carekê zêdetir şehadet anî."
Bi kefçeyê hat rizgarkirin
Alan Hêmin piştî ku xwe bi stûneke karebayê digire da ku lehî wî bi xwe re nebe, welatiyek bi kefçeyê (makîneya kar) xwe digihêje hewara wî û wî ji nav avê derdixe.
Alan da zanîn ku piştî rizgarkirinê, wî welatiyî ew biriye mala xwe, cilên wî guhertine û ew germ kiriye.
Ji roja yekşemê ve pêleke bihêz a baranê Başûrê Kurdistanê girtiye ber xwe.
Li gorî amarên Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê, tenê di 24 demjimêrên borî de li sînorê Çemçemalê 127,1 milîmetre baran bariye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse