Li ser rêya Qamişlo-Hesekê otomobîlek hat bombebarankirin

11-01-2023
RÛDAW
Nîşan Rojava Qamişlo Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser rêya Qamişlo-Hesekê li Rojavayê Kurdistanê otomobîlek hat bombebarankirin.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî ve, îro li ser rêya M4 a navdewletî ya di navbera bajarên Qamişlo û Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê de otomobîlek hat armanckirin.

Tê texmînkirin ku êriş bi rêya dronekê ve hatibe encamdan.

 Li gor zanyariyan, otomobîla ku hatiye armanckirin ji corê Hyundai Santa Fe ye.

Hêj derbarê hûrgiliyên êrîşê û zirarên wê de ti agahê nehatine bidestxistin.

Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD) û Asayişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hêj derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst