Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Helebê (Asayîş) ragihand ku komên girêdayî hikûmeta Şamê bi "tank, top û mûşekên Katyuşayê" êrişeke berfireh li ser sê taxên bajêr kiriye ku zêdetirî 600 hezar sivîl lê dijîn.
Di encama êrişê de 3 welatiyan canê xwe ji dest daye û 26 kes jî birîndar bûne ku zarokekî du salî jî di nav de ye.
Hêzên Ewlehiya Hundirîn li Helebê (girêdayî Rêveberiya Xweser) di daxuyaniyekê de ragihand:
"Komên girêdayî hikûmeta Şamê bi hemû cure çekên giran (tank, topên giran, mûşekavêjên Grad û Katyuşa, hawan û doçka) êrişî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeydê kir."
Asayîş dibêje ku mûşek û topbaranê bi awayekî dijwar piraniya deveran li xwe girtiye, bi taybetî Mizgefta Hesen, Mizgefta Mezin a Şêx Meqsûd, Kolana 15an, Kolana 20an, Qada Şehîdan, Şeqîf, Taxa Merûf û ziyaneke mezin gihîştiye dehan xanî û avahiyan.
Li gorî Asayîşê, 3 welatiyan canê xwe ji dest daye û navê wan wiha ye:
Fatime Hemade (41 salî)
Mesûd Fayeq Ebdou (30 salî)
Corc Xewam (42 salî)
Her wiha 26 welatî birîndar bûne ku nav û temenê wan wiha ye:
Îvan Ebdou (2 salî)
Şam Dilo (3 salî)
Şerîf Sîdo (52 salî)
Mihemed Hebîb (82 salî)
Eslan Bekir (18 salî)
Elî Eslan Muslim Bîlal (17 salî)
Şêrwan Ebdou Mamo (17 salî)
Hesen Mihemed Îd Qurtan (30 salî)
Mihemed Şêx Kîlo (70 salî)
Remzî Kîlo (18 salî)
Mihemed Husên Bekir (23 salî)
Xedîce Elûş (47 salî)
Şêro Mihemed Husên (44 salî)
Mihemed Nûr Şubek (26 salî)
Mihemed Îbîş (21 salî)
Hemîd Hebeş (74 salî)
Îbrahîm Mihemed Reşîd (34 salî)
Hêvîn Omer (29 salî)
Dîme Elhusên (85 salî)
Mistefa Ebdulhemîd Hesen (38 salî)
Erselan Elo (75 salî)
Refet Mihemed Elo (64 salî)
Mesûd Elî Kerko (18 salî)
Ebdulezîz Dawid (24 salî)
Receb Ebdulfetah (13 salî)
Nûrî Xelîl (29 salî)
Asayîşa Helebê ragihand ku wan di çarçoveya "mafê parastina rewa" de berevaniya taxan kiriye û got:
"Me hemû êriş şikandin û pênc hewldanên dizekirinê pûç kirin, di encamê de hejmarek kuştî û birîndar di nava refên êrişkaran de çêbûn."
Hat diyarkirin ku ji bo maweyê du demjimêran aramiyek çêbûye lê piştre topbaraneke dijwar dest pê kiriye.
Li Helebê şer û pevçûn
Ji sibeha îro ve, bajarê Helebê bûye qada şer û pevçûnên giran û topbaranê di navbera hêzên Asayîşê û hêzên hikûmeta Şamê (Artêşa Sûriyeyê) de.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê di daxuyaniyekê de HSD bi gurkirina şer û êrişkirinê tohmetbar kir û ragihand ku di refên artêşê de serbazek hatiye kuştin û 5 serbaz jî birîndar bûne.
Li gorî wezaretê, “ji ber topbarana HSDyê” ya li taxên di bin kontrola hikûmetê de (wekî Meydan), 3 sivîl hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.
Her wiha 9 fermanberên Birêvebiriya Çandiniyê di dema kar de birîndar bûne.
Artêşê ragihand ku wan di bersivê de depoyeke çekan û baregeheke dronan a HSDyê wêran kiriye.
HSD û Asayîş bi tundî red dikin ku wan şer dest pê kiribe û dibêjin hikûmetê çekên giran anîne nav bajêr.
Rêveberiya Xweser dorpêç û êrişên li ser Şêx Meqsûdê wekî "hewldaneke metirsîdar a ji bo têkbirina yekparçeyiya Sûriyeyê" pênase kir.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDyê Ferhad Şamî vîdeoyek belav kir ku nîşan dide hikûmeta Sûriyeyê "tankan tîne herêmê."
Li gorî medyaya fermî, ji ber dijwariya topbaranê, niştecihên beşek ji taxan (wekî Taxa Nîlê) malên xwe terikandine; Parêzgarê Helebê jî hişyarî daye xelkê ku neçin navenda bajêr û ji deverên pevçûnan dûr bikevin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse