Li Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Berf Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê li parêzgehên Riha, Dîlok, Kilîs, Semsûr, Mereş û Amedê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.

Ji ber şert û mercên hewayê, li parêzgeha Mereşê dibistan hatin girtin.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li parêzgehên Riha, Dîlok û Kilîsê baraneke gur dibare.

Li Semsûr, Mereş û Amedê jî ligel baranê, li herêmên bilind berfeke zêde tê payîn.

Hişyariya lehî û qeşayê

Saziya Keşnasiyê ji bo egera lehî, birûsk, zîpik, qeşa û astengiyên di trafîkê de hişyarî da xelkê li wan bajaran û xwest ku tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Li aliyê din, ji ber berfa zêde li parêzgeha Mereşê roja duşemê dibistan dê girtî bin û perwerde tê rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst