Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo çend parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku îro li parêzgehên Erzirom, Qers, Meletî, Mereş, Semsûr, Wan, Amed, Dîlok, Sêwaz, Dêrsîm û Sêrtê yên Bakurê Kurdistanê baran û berf bi hev re dibarin.
Her wiha li parêzgehên Enqere, Çankiri, Eskîşehîr, Konya, Amasya û Artvînê yên Tirkiyeyê baran û berf bi hev re dibarin û li parêzgehên Çanakkale, Îzmîr, Antalya, Afyonkarahîsar, Denîzlî, Konya, Bolu, Duzce, Sînop, Zonguldak û Trabzonê barana gur dibare.
Li Rihaya Bakurê Kurdistanê jî barana gur dibare.
Li Bakurê Kurdistanê bi giştî pileyên germê li gorî demsalê di navbera 3-5 pileyan de dadikevin.
Li aliyê din, li navçeya Elkê ya Şirnexê rêyên 9 gundan hatin vekirin ku ji ber berfê hatibûn girtin.
Di parvekirinê da hat gotin, piştî ketina berfê 45 kîlometre rê hatiye girtin û bi xebata ekîban hatiye vekirin.
Her wiha ji bo herêmên bilind ên Bakurê Kurdistanê hişyariya aşût û qeşayê hat dayîn û ji welatiyan hat xwestin ku tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse