Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li Koşka Spî civiyan.
Trump piştî civînê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Trump di daxuyaniya xwe de behsa dan û standinên bi Îranê re û rewşa Xezeyê kir.
"Min israr kir ku dan û standin bidomin"
Donald Trump diyar kir ku civîneke "gelekî baş" derbas bûye û wiha got:
"Ti encama teqez nehat bidestxistin, ji bilî ku min israr kir ku dan û standinên bi Îranê re bidomin da ku were dîtin ka peymanek dikare were kirin an na.
Eger bibe, min ji Serokwezîr re got ku ev dê tercîha me be. Eger nebe, em dê neçar bimînin ku bibînin ka dê encam çi be."
Gefa "Çakûçê Nîvê Şevê"
Trump amaje bi bûyerên berê kir û peyameke tund da Îranê:
"Cara borî Îranê biryar da ku peymanê neke û bi 'Çakûçê Nîvê Şevê' (Midnight Hammer) li wan hat xistin.
Ev yek ji bo wan baş nebû. Hêvîdar im vê carê aqilane û bi berpirsyarî tevbigerin."
Serokê Amerîkayê her wiha îdia kir ku li herêmê aştî heye û got:
"Her wiha, me behsa bipêşketinên mezin ên li Xezeyê û herêmê bi giştî kir. Bi rastî li Rojhilata Navîn aştî heye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse