Amerîkayê li Îranê xist: Netanyahu spasiya Trump kir

22-06-2025
RÛDAW
Nîşan Fordo Amerîka Îsraîl Benjamin Netanyahu Donald Trump Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir, ku ragihandibû ku wan êriş biriye ser sê santralên nukleerî yên Îranê.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê xwe yê Xyê, peyameke spasiyê ya bi vîdyo ji bo Serokê Amerîkayê Trump weşand ku biryara lêdana santralên nukleerî yên Îranê dabû.

Netanyahu got, "Pîroz be Serok Trump. Biryara we ya wêrek a ji bo hedefgirtina santralên nukleerî yên Îranê bi hêza mezin û dadwer a Amerîkayê, dê dîrokê biguherîne."

Netanyahu îdia kir ku Îsraîlê bi êrişên xwe yên li Îranê "karên şaşker" kirine û diyar ku Amerîkayê bi êrişa ku vê şevê pêk aniye, bi rastî "serkeftineke bêhempa bi dest xistiye."

Netanyahu ragihand ku êrişa Amerîkayê ya li ser Îranê "werçerxaneke dîrokî" ye ku dê Rojhilata Navîn ber bi aştiyê ve bibe û ev îdia kir:

"Ez û Serok Trump gelek caran dibêjin aştî bi rêya hêzê. Pêşî hêz tê, paşê aştî tê. Û vê şevê Serok Trump û Amerîkayê bi hêzeke mezin tevgeriyan."

"Êriş bi hevrêziyeke tam a bi Îsraîlê re hate meşandin"

Serokwezîr Benjamin Netanyahu, paşê di peyama xwe ya bi vîdyoyê de ku bi Îbranî weşand, got ku êrişa Amerêkayê bi "hevrêziyeke tam" a bi artêşa Îsraîlê re hatiye meşandin.

Netanyahu diyar kir ku wî piştî êrişa li ser Îranê yekser bi Trump re bi telefonê axiviye û got ku Serokê Amerîkayê ew, artêşa Îsraîlê û gelê Îsraîlê pîroz kiriye.

Netanyahu, Trump wekî "dostekî hêja yê Îsraîlê" bi nav kir.

Trump ragihandibû ku wan li Îranê êrişên asmanî birine ser sê santralên nukleerî yên bi navê Fordo, Netenz û Îsfehanê.

"Trump piştî êrişan bi Netanyahu re axivî"

Berpirsekî pilebilind ê Koşka Spî ragihand, Donald Trump piştî ku artêşa Amerîkayê êrişî sê tesîsên etomî yên Îranê kir, li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu axivî.

Wî berpirsî, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, her wiha got, "Dewletên Yekbûyî pêşwext Îsraîl agahdar kiriye," di demekê de ku Washington beşdarî di pêngava asmanî ya Îsraîlê ya li dijî Îranê de kiriye.

Ev piştrastkirina hemahengiya di navbera Amerîka û Îsraîlê de, piştî wê yekê tê ku Donald Trump bi awayekî çaverênekirî êrişeke leşkerî ya "serkeftî" li ser tesîsên Fordo, Netenz û Îsfehanê ragihand.

Berpirsên Pentagonê piştrast kir ku bombeavêjên stratejîk ên B-2 ji bo pêkanîna êrişê hatine bikaranîn.

Ev yek di demekê de ye ku Îran û hevpeymanên wê gefa bersivdanê dikin û bendewarî ji bo gotara Serok Trump di asteke bilind de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst