Îranê bi mûşekan êrişî Îsraîlê kir

19-06-2025
RÛDAW
Nîşan Benjamin Netanyahu Îran Îsraîl Mûşekbarankirin Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îranê vê sibehê li dijî Îsraîlê êrişeke nû ya mûşekan da destpêkirin.

Çapemeniya Îsraîlê ragihand ku di êrişa tolhildanê ya Îranê ya serê sibehê de, paytext Tel Evîv û hin deverên din hatine mûşekbarankirin.

Her wiha hat ragihandin ku mûşekên Îranê li nexweşxaneyeke Tel Evîvê jî ketine. Di encamê de herî kêm 30 kes birîndar bûne.

Çapemeniyê ragihand ku avahiya borsayê jî hatiye mûşekbarankirin.

Hat ragihandin ku zêdetirî 20 mûşekên Îranê li derdora paytext Tel Avîvê û li Neqebê ya li başûr rasterast li hin deveran ketine.

Rojnameya Îsraîlî Yedioth Ahronoth destnîşan kir ku sîstemên parastina asmanî hewl daye pêşî li mûşekên ku ji Îranê hatine avêtin bigirin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku ji Îranê zêdetirî 20 mûşek avêtin Îsraîlê û mûşek li navend û başûrê welêt herî kêm li 4 deveran ketine.

Hat ragihandin ku mûşek li navenda welêt li Tel Evîv, Ramat Gan û Holonê, û li başûr jî li bajarê Berşevayê mûşek rasterast li hin avahiyan ketin û mûşeka ku Berşevayê kiribû hedef, li nexweşxaneya Sorokayê ketiye.

Servîsa hawarçûnê ya bilez a Îsraîlê, Stêrka Sor a Dawid, diyar kir ku di êrişên ku derdora saet 07:10an de pêk hatine de, wan agahiyên derbarê cihên lêketinê wergirtine û gihîştine herêman.

Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dest pê kirine û li gorî agahiyên destpêkê, di êrişan de herî kêm 30 kes birîndar bûne ku rewşa hinekan giran e.

Şerê Îran û Îsraîlê

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an, Îsraîlê êrişî hejmarek binkeyên leşkerî û atomî yên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê kir.

Di encama wan êrişan de gelek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên wî welatî hatin kuştin.

Îranê wekî bersiva êrişê, operasyoneke bi navê "Soza Rast 3" li dijî Îsraîlê ragihand û bi çend qonaxan bi mûşekan êrişî wî welatî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst