Parêzgarê Hisîçayê: Vegera koçberan karê min ê pêşî ye

1 demjimêr berê
Hisên Omer
Nîşan Nûredîn Ehmed Parêzgarê Hisîçayê Serê Kaniyê Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê nû yê Hisîçayê (Hesekê) ragihand ku vegera koçberên ji bajarê Serê Kaniyê karê wî yê li pêşî ye.

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed doh şandeyeke Komîteya Koçberên Serê Kaniyê pêşwazî kir û mijara vegera koçberan li gel wan gotûbêj kir.

Endamekî şandeya Komîteya Koçberan ji Rûdawê re ragihand ku Nûredîn Ehmed ji wan re gotiye ku niha vegera koçberan a herêma xwe "karê wî yê sereke ye."

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê piştî hevdîtina li parêzgehê di daxuyaniyekê de ragihandibû ku parêzgar ji wan re diyar kiriye ku ji bo vegera koçberan dê karekî cidî li gel hikûmeta demkî Şamê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst