Hewlêr (Rûdaw) - Îsal li Herêma Kurdistanê 3,3 milyon donim genim hatiye çandin û li gorî pêşbîniyan barana vê demsalê hişkesalî ji holê rakiriye.
Salên dawiyê hişkesaliyeke dijwar hebû lê îsal berf û naranê rûyê erdê geş kiriye.
Pisporê Keşnasiyê Mihemed Kemal ji Rûdawê re ragihand:
"Îsal berevajî sala borî, rêjeya baranê li seranserê Herêma Kurdistanê 2-3 qatan zêdetir e."
Ji bo derbaskirina hişkesaliyê, li herêmên germ 200 heta 250 mîlîmetre baran pêwîst e lê di vê demsalê de ji Germiyanê heta Zaxoyê ji wê rêjeyê zêdetir bariye.
Li hinek herêman hezar mîlîmetre derbas kiriye.
Her wiha li herêmên çiyayî berf bariye û asta avê di bendavan de zêde bûye.
Lewma îsal li Herêma Kurdistanê bi ti awayî metirsiya hişkesaliyê tune."
Mihemed Kemal pêşbînî dike ku mehên adar û nîsanê jî li Herêma Kurdistanê baran bibare.
Keşnasê din Şalaw Hîdayet jî hevfikirê Mihemed Kemal e û dibêje, "Pêşbînî bi wî awayî ne ku di mehên bê de jî baran bibare û metirsiya hişkesaliyê nemîne."
Sala borî berê genim li hinek herêman baş bû lê li hinek deveran jî hişkesalî hebû.
Lê li gorî pêşbîniyên Şalaw Hîdayet, îsal li hemû herêman berhema genim dê baş be."
Wezareta Çandiniyê: Em li benda berhemeke baş in
Li gorî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, sala borî berhema genim gihîşt milyonek tonan.
Şêwirmendê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Rizgar Hemed Xidir, îro Rûdawê re ragihand:
"Baraneke baş bariye. Eger mehên adar û nîsanê baran bibare, tê çaverêkirin ku berhema genim li gorî sala borî du-sê qatan zêde bibe.
Vê demsalê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 3 milyon û 300 hezar doniman genim hatiye çandin.
Li zeviyên bejî jî genim hatiye çandin û em li hêviya berhemeke baş in."
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê bi bihayekî meqûl tovê genim belav kir.
Rizgar Hemed got, "Tov, tovên herêmê ne û li hemberî hişkesalî, barana zêde û guherîna avhewayê berxwedêr in."
Li gorî pêşbîniyên Wezareta Çandiniyê, salane "di rewşa herî xerab de" ji her donimekê 500 kîlo genim tê.
Îraq bihayê wergirtina genim kêm dike
Hikûmeta Îraqê sala 2024an 700 hezar ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê wergirt lê sala 2025an 400 hezar ton kirî.
Hikûmeta Îraqê biryar daye ku ji bo genimê vê demsalê 4 milyon û 500 hezar tonî wergire lê ne diyar e bê ma para Herêma Kurdistanê çend e.
Hikûmeta Îraqê du sal berê tonek genimê cotkarên Herêma Kurdistanê bi 850 hezar dînaran werdigirt.
Lê li gorî agahiyên Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê, dê îsal tonê bi 700 hezar dînarî wergire.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse