Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku demsala biharê destpê kiriye, hîn jî rêyên bi dehan gundên Bakurê Kurdistanê girtî ne. Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê jî rêyên beşek ji gundan girtî ne û 3-4 metre berf li ser rêyan heye.
Rêveberiya bajarê Mûşê jî ragihand ku rêkên hinek gundên wê parêzgehê di demsala zivistanê de qet nehatibûn vekirin, ji ber metirsiyekî zêde ya aşûtan li ser wan rêyan hebû.
Lê niha bi belekbûna erdê re ew dixwazin rêyên gundên ku mane vebikirin, lê her dîsa jî ji aşûtan ditirsin ji ber ku hîn jî 3-4 metre berf li erdê ye.
Ew gundên ku niha rêyên wan têne vekirin, xelk zivistanan lê namîne. Lê ji bo ku bikarin di demsala biharê de vegerin jî, divê rêyên wan bêne vekirin da ku biçin nav zeviyên xwe û ji xwe re daran biçînin.


Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse