Mesrûr Barzanî û Marco Rubio bi telefonê axivîn

11-04-2025
RÛDAW
Nîşan Amed Bihabûna Elektrîkê Cotkar Avdan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio bi telefonê axivîn.

Her du aliyan tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê kirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, "Her du aliyan behsa xurtkirina dostanî û hevalbendiya di navbera Herêma Kurdistanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de kirin."

Hikûmeta Herêma Kurdistan derbarê naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera Mesrûr Barzanî û Marco Rubio de daxuyaniyek belav kir:

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Mesrûr Barzanî û Marco Rubio li ser guherînên dawî yên herêmê axivîne û wan tekezî li ser xurtkirina pêwendiyên dualî kiriye.

Li gorî daxuyaniyê her du aliyan li ser girîngiya xurtkirina dostanî û hevpeymaniya di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de hev ra bû.

Her wiha Mesrûr Barzanî û Marco Rubio li ser pêwîstî û girîngiya destpêkirina şandina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê jî hev ra bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê, spasî û pêzanîna welatê xwe ji Herêma Kurdistanê re anî zimên ku bûye penageheke aram ji bo parastina hemû pêkhateyên neteweyî û olî û roleke girîng jî di parastina aramî û ewlehiya herêmê de dilîze.

Her du aliyan li ser wê yekê li hev kir ku ji bo parastina berjewendiyên hevbeş di pêwendî û hevahengiyeke berdewam de bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst