Mesrûr Barzanî: Bi piştgiriya Amerîkayê me bi hêsanî DAIŞ têk bir

24-05-2025
RÛDAW
Nîşan Marco Rubio Washington Amerîka Mesrûr Barzanî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku bi piştgiriya Amerîkayê wan DAIŞ bi hêsanî têk biriye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku serdana wan a ji bo Washingtonê ji bo wê bû ku spasiya piştgiriya hikûmeta Amerîkayê bikin.

Barzanî ji kanala Fox Newsê ya Amerîkayê re got, "Heger piştgiriya Amerîkayê nebûya me nedikarî bi hêsanî DAIŞ têk bibin."

Serokwezîrê Herêmê ragihand ku ew hatine Washingtonê ji bo careke din pabendiya xwe ya wekî hevalbendê Amerîkayê dubare bikin.

Mesrûr Barzanî got, "Me xwest em vegerin vir ji bo spasiya xwe li serok, hikûmet, hêzên çekdar û gelê Amerîkayê bikin ji bo berdewamiya piştgiriya wan a ji bo me."

Barzanî bal kişand ser roleke girîng a Amerîkayê di piştgirîkirina Pêşmerge ya di şerê li dijî DAIŞê de û amaje bi wê yekê jî kir ku bi hevkariya Amerîkayê û şirketên Amerîkayê dikarin gelek tiştan di herêmê de ava bikin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi peymanên 2 kompanyayên Amerîkayê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî yên Herêma Kurdistanê jî kir û da zanîn ku mafê Herêma Kurdistanê yê îmzekirina peymanên bi vî rengî heye û ev yek di destûrê de hatiye destnîşankirin.

Wezareta Petrolê ya Îraqê roja 20ê Gulanê aşkere kiribû ku ew rêkarên taybet ên van peymanên Herêma Kurdistanê red dikin.

Mesrûr Barzanî ducare kir ku ev peyman ne yên nû ne û berê jî hatine îmzekirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser rewşa Sûriyeyê jî axivî û diyar kir ku ew welat di demeke zehmet re derbas dibe.

Barzanî her wiha piştgiriya xwe ya ji bo helwesta Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Sûriyeyê de nîşan da.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ku gotûbêjên di navbera Îran û Amerîkayê de jî bigihin peymaneke aştiyane ku rêzê li mafên her kesî bigire.

Dîplomasiya Mesrûr Barzanî ya li Washingtonê

Mesrûr Barzanî tevî heyeteke payebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê 17ê Gulanê çû Washingtona paytexta Amerîkayê.

Serokwezîr Barzanî li Washingtonê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” de axivî.

Mesrûr Barzanî di çarçoveya ziyareta xwe ya Washingtonê bi gelek berpirsên Amerîkayê re civiya.

Barzanî herî dawî bi şêwirmendê payebilind ê Serokê Amerîkayê Massad Boulos û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst