Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûriyê daxwaza hilweşandina qedexeya li ser karê Vîviyan Fetah kir

12-05-2020
RÛDAW
Nîşan Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd Vîviyan Fetah Rêveberiya Xweser Rojava Tora Medyayî ya Rûdawê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, piştevaniya xwe bo peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah nîşan da, ku Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar daye, bo dema 2 mehan ji karê rojnamevaniyê qedexe bike. 

Di daxuyaniya Yekîtiyê de hatiye gotin, ku biryara Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi qedexekirina karê peyamnêra Rûdawê ji bo 2 mehan biryareke ne dadperwer e.

Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanan biryara Rêveberiya xweser wek "binpêkirinekê li dijî azadiya karê rojnamevanî" pênase dike û daxwaza hilweşandina wê biryarê ji Rêveberiya Xweser dike.

Rêxistina Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî daxwaz ji berpirsên Rêveberiya Xweser kir, ku biryara ragirtina karê Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê Vîviyan Fetah hilweşîne û rê bide rojanamevanan, ku bi awayekî azad karên xwe bikin.

Nûnerê Komîteya Parastina Rojnamevanan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dibêje: “Nabe rê li ber ti peyamnêrekî bê girtin, tenê ji ber bikaranîna peyvekê ku ji bo pênasîna leşkerên kuştî li seranserî cîhanê tê bikaranîn. Divê berpirsên Bakurê Rojhilatê Sûriyê zû moleta karkirina medyayî bidine Vîvyan Fetah û dest ji wê yekê berdin ku destêwerdanê di karê rojnamevanî de bikin.”

Tora Medyayî ya Rûdawê jî bi daxuyaniyekê tometbarkirina Vîviyan Fetah ji aliyê Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve red kiriye û daxwaza hilweşandina biryarê kiriye.

Roja 10ê Gulana 2020 Hevserokatiya Nivîsîngeha Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryar dabû, ku peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah bo dema 2 mehan ji karê rojnamevaniyê qedexe bike û ew bi bêrêzîkirin bi şehîdan tometbar kiribû, ji ber ku bi gotina wan, Vîviyanê di raporteke xwe de li şûna peyva "şehîd", peyva "kuştî" bi kar aniye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst