SÊRT - Li lojmanên polîsan şewat derket

11-06-2025
Nîşan Sêrt Şewitîn Lojmanên Polîsan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê li lojmanên polîsan şewat derket û dûxanê bandor li 13 kesan kir.

Li Taxa Tekelê li jêrzemîna lojmana polîsan  a 3 tebeqî ji ber sedemeke nediyar şewat derket.

Piştî wergirtina agahiyê AFAD, UMKE, polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Şêniyên lojmanê ji malên xwe hatin derxistin û agir beriya ku mezin bibe hat vemirandin.  

Tîmên tenduristiyê 13 kesên ku dûxanê bandor li wan kiribû bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst