Nasnameya 2 gerîlayan hat eşkerekirin

11-06-2025
RÛDAW
Nîşan Bawer Serhed Welat Hêmi Nasnameya Gerîlayan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li herêma Zapê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Bawer Serhed û Welat Hêmin Gulana 2025an li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Bawer Serhed: Navê wî yê fermî Mehmet Aras e û ew ji Erziroma Bakurê Kurdistanê ye û 30 Gulana 2025an li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.

Welat Hêmin: Navê wî fermî Ethem Kocaman e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye û 27ê Gulanê li herêma Zapê canê xwe ji dest daye.

Bawer Serhed sala 2014an û Welat Hêmin jî sala 2015an tevlî refên gerîlayan bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst