Li 8 bajarên Kurdistanê saziyên fermî hatin girtin

11-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Tozbarîn Îlam Loristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bis edema tozbarînê û xirabiya kalîteya hewayê li 8 bajarên her du parêzgehên Îlam û Loristan ên Rojhilatê Kurdistanê, li hemû saziyên fermî betalne hat ragihandin.

Komîteya Rûbirûbûna Pîsbûna Hewayê li Parêzgeha Loristanê îro Duşembê 11ê Tîrmehê ragihand ku biryar daye tevahiya saziyên li bajarên Kohdeşt, Rûmişkan, Poldoxter, Xuremava, Durûd û Çigînê ji ber pîsbûna hewayê îro girtî bin.

Li gor biryara heman komîteyê, dê saziyên kerta tendirustiyê û hawarçûnê vekirî bin û weke berê erkên xwe pêk bînin.

Komîteyê ji xelkê wan bajaran xwest ku eger pêwîst nebe neçin derve û li cihên vekirî werzişê nekin, eger neçar bûn ku derkevin derve jî divê maskan bikar bînin.

Li parêzgeha Îlamê jî îro pêeke tozbarînê destpê kiriye.

Rêveberê Kontrola Krîzan li parêzgeha Îlamê, Mecîd Bêygleriyan ragihandiye, saziyên bajarên Mêhran û Dêhloran bi sedema tozbarîna berfireh a îro girtî dibin û tevahiya saziyên hikûmetê yên li bajarên wê parêzgehê dê du demjimêran derengtir ji dema xwe ya normal bên vekirin.

Herdu bajarên Mêhran û Dêhloran nêzîkî sînorê Iraqê ne û Ii gor raporeke keşnasiya Îlamê, pêla tozbarînê ya ku îro li wê parêzgehê heye, çavkaniya wê ji Iraq û Sûriyê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst