Qubad Talebanî li ser merasîma îmhakirina çekan a PKKyê daxuyanî da

11-07-2025
RÛDAW
Nîşan Qubad Talebanî PKK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, “Îro li Silêmaniyê dîrok hat nivîsandin.”

Îro li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê merasîma îmhakirin û şewitandina çekan a gerîlayên PKKyê hat lidarxistin.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di daxuyaniyekê de anî ziman:

“Silêmanî wekî bajarekî ku bi avakirina piran û çareserkirina nakokiyan a bi rêya diyalogê tê naskirin, îro ev rola xwe zêdetir nîşan da.

Îro li Silêmaniyê dîrok hat nivîsandin. PKKyê ji pozîsyoneke bihêz û wekî beşek ji destpêşxeriyeke mezin a ji bo aştiyê, çekên xwe îmha kirin.”

Qubad Talebanî her wiha anî ziman:

“Bi hêviyeke kûr a ji bo aştî û demokrasiyê, em dê piştgiriya xwe ya ji bo vê pêvajoyê bidomînin.”

Îro di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serxistina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Di merasîmê de 30 gerîlayên ku di nava wan de Hevseroka Desteya Birêvebir a KCKyê Besê Hozat û sê berpirsên din ên payebilind hebûn çekên xwe şewitandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst