Hewlêr (Rûdaw) – Navçeya Minbic dergehekî bazirganî yê sereke ye navbera Rojavayê Kurdistanê û deverên hikûmeta Sûriyê de û li wê navçeyê bi armanca rêgirtina li pêş belavbûna korona, tedbîrên tund têne cibicîkriin û yekîneyên taybet bo tûşbûyên koronayê hatine avakirin.
Çûn û hatina welatiyan li gorî biryarekê Rêveberiya Xweser ji bo rê li ber hatina vîrusa koronayê bê girtin, li hersê deriyên sînorî yên bajarê Minbicê, hatiye qedexekirin, lê tevgera bazirganiyê li Um Cilûd û On Eldadat bi çekdarên ser bi Tirkiyê re û Deriyê Tayiha bi hikumeta sûriyê re, vekirine.
Şofêrê barhilgirê Hemads Elî dibêje: “Otomobîl ji wir tên, em jî ji vir diçin û tiştan vediguhezin. Ew vedigerin û em jî tên deverên xwe. Ev otomobîlên sivîlan in û kelûpelên xwarinê ne.”
Karmendê Gumrika Rêveberiya Xweser Welîd Hemûd jî dibêje: “Deriyê Um Idisa ango Um Cilûd, 30 - 40 caran 50 otombîl derbas dibin, deriyê Ebû Kehef ango Tayîha, rojê 10 yan 15 barhilgir derbas dibin, deriyê On Eldadat jî 10 , yan 15 otombîl derbas dibin.”
Qedexeya hatin û çûnê ku li bakûr rojhilatî sûriyê hatiye ragihandin, bajarê Minbic li xwe nagire. Li dezgehên nava bajarê Minbicê , rêkarên tûnd ên xweparastinê ji korona hatine sepandin. Ji bo derbasbûna her cihekî, pêwîstî bi destşûştin, reşandina derman û li xwekirina kemame û lepikan heye.
Endamekî Komîteya li Dijî Derketina Koronayê tekez dike ku heya niha ti kes li Minbicê bi koronayê neketiye.
Endamê Komîteya li Dijî Derketina Koronayê Xanim Elhûseyîn dibêhe: “Me odeyek û tîmek destnîşan kir ji bo koronayê. Me deriyê sînorî kontrol kir û nexweşxane me hazir kir û tîma bersivdayîna lezgîn ji bo nav bajêr me amade kiriye.”
Berovajî saziyên fermî, di nava bazarê de qerebalexiyeke zêde heye, bê ku rêkarên tenduristiyê liber çavan bêne derbaskirin, ev jî di demekê de ye ku li tevahiya Rojavayê Kurdistanê, 138 kes bi koronayê ketine û li Sûriyê hejmara giştî tûşbûyan giheştiye 1250 kes derbas kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse