Rêxistina Sarayê li Kampa Newrozê keçan fêrî dirûtinê dike

11-08-2025
RÛDAW
Nîşan Rêxistina Sarayê Kampa Newrozê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Newrozê ya li nêzîkî bajarê Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê, Rêxistina Sarayê keçan fêrî pîşeya dirûtinê dike.

Berpirsên rêxistinê dibêjin, armanca wan ew e ku keçan ji aliyê aborî ve serbixwe bikin û wan ji îstismarê biparêzin.

Serpereştyara Kursa Dirûtinê ya Rêxistina Sarayê Sumeye Ebdulrehmanê got:

“Ji ber ku em niha li nava kampê ne û civaka kampê tevlihev e, helbet îstismara li dijî jinan jî heye.

Lewma em wekî Rêxistina Sarayê li dijî îstismara jinan dixebitin û dixwazin wan biparêzin.

Piştî ku rêxistin ji kampê vekişiyan, me dest bi vê înîsiyatîfê kir ku em ji aliyê aborî ve piştgiriyê bidin jinan.

Me du makîneyên dirûtinê anîn kampê ku em keçên 13 heta 17 salî yên ku rûbirûyê îstismarê dibin, fêrî dirûtinê bikin da ku di paşerojê de karibin debara xwe bikin.”

Rêxistina Sarayê ji du makîneyên dirûtinê û 4 terziyên jin pêk tê û dê di çarçoveya bernameyeke birêkûpêk de 60 keç fêrî pîşeya dirûtinê bibin.

Terzî Henûf Ebbas anî ziman:

“Ez keçan fêrî dirûtinê dikim. Ev proje ji bo keçên li nava kampan girîng e ku dema xwe bi karekî baş derbas bikin û sûdê jê wergirin.

Gelek keçan ji ber koçberiyê dev ji xwendinê berdaye lewma dê ev pîşe di paşerojê de bi kêrî wan were.

Berê ez bi xwe jî bê kar bûm lê ez fêr bûm û niha jî keçan fêrî vê pîşeyê dikim.”

Berpirsên Rêxistina Sarayê dibêjin ku ew dixwazin piştî bidawîbûna kursa dirûtinê, heman keçan fêrî derzîlêdan û ciwankariyê jî bikin.

Kampa Newrozê havîna 2014an ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo koçberên Kurd ên Êzidî hatibû vekirin.

Sala 2019an jî zêdeyî hezar koçberên ji Serê Kaniyê, Dirbêsiyê û Efrînê yên ku ji ber bombebarana Tirkiyeyê reviyabûn, li kampê hatin bicihkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst