Hasan Ozguneş: Neyartiya jîngeha Kurdistanê dikin

11-09-2020
RÛDAW
Hasan Ozguneş
Hasan Ozguneş
Nîşan Hasan Ozguneş HDP Daristanên Kurdistanê Çiyayê Cûdî Şirnex Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê Hasan Ozguneş dibêje, bi şewatandina daristananan dixwazin xelkê bidin koçkirin û ragihand, “Neyartiya jîngeha Kurdistanê jî dikin.”

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî bultena 15.00 a Rûdaw TVyê bû ku taybet e bi Bakurê Kurdistanê û behsa şewatên li daristanên çiyayên Bakurê Kurdistanê kir.

Hasan Ozguneş ku ji ber şewatên li daristanên çiyayên Cûdî û Gabarê li ber avahiya partiya xwe li Şirnexê çalakiyek daye destpêkirin, amaje bi wê dike ku eger ew şewatên li Cûdî û Gabarê li daristanên bajarekî Tirkiyê bûna niha hatibûn vemirandin.

Ew parlamanterê HDPê dibêje, ew cûdakariya ku di navbera daristanên bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de tê kirin qebûl nakin û diyar dike, “Ji Kurdan re dibêjin `hûn cûdaxwaz in` lê cûdakariya di navbera gelan de ew dikin û cûdaxwaz ew bi xwe ne.”

Parlamenterê HDPê yê Şirnexê amaje bi wê jî dike ku di vê werza havînê bi dehan daristanên Bakurê Kurdistanê hatin şewitandin û got, “Tenê li herêma Şirnexê li 30 deveran agir derket.”

Li ser midaxelenekirin û venemirandina şewatên li daristanên Bakurê Kurdistanê jî Ozguneş dibêje, “Siyaseta serdestên ku Tirkiyê birêve dibin yekser li ser derewan e. Nikarin rastiyê ji civakê re bêjin. Niha dibêjin, `ewlekarî li wan deveran nîne` lê gund hene li wan deveran. Nahêlin gundî jî midaxele bikin. Çawa neyartiya nasnameya me dikin neyartiya jîngeha Kurdistanê jî dikin.”

Ew parlamenterê HDPê herwiha dibêje, bi şewatandina daristan û bax û bostanan hewl didin “Şirnexê vala bikin. Mesele ev e. Di yasayê de cezayê agirpêxistinê ji kuştinê girantir e. Lê îro ti kes nehatiye girtin li ser van şewatan.”

Hasan Ozguneş di dawiya gotinên xwe de tekez jî kir ku ew dê hemû derfetên xwe pêşkêş bikin ji bo vemirandina li daristanên çiyayên Kurdistanê û rêlibergirtina şewatên nû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst