Lêkolînên li ser erdhejê berdewam in: ‘Îhtimala dubarebûnê heye yan nîne?’

11-09-2024
RÛDAW
Xeta erdhejê ya Savrûnê/Wêne: AA
Xeta erdhejê ya Savrûnê/Wêne: AA
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser xeta erdhejê ya navçeya Savrûnê ya parêzgeha Osmaniyeyê lêkolîn hatin kirin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan pisporên erdhejê lêkolînên li ser xetên erdhejê zêdetir kirine ku tedbîrên pêwîst werin wergirtin.

Xeta erdhejê ya Savrûnê ya di navbera navçeyên Goksun û Andirînê yên Mereşê de 60 kîlometreyî dirêj e û xeteke zindî ye.

Akamîsyenê Zanîngeha Sutçu Îmamê Alîcan Kop da zanîn:

“Gelekî girîng e ku parametreyên erdhejê yên vê xetê werin eşkerekirin.

Gelo beşên vê xetê yên ku şikiyane hene, kengî şikiyane, îhtimala careke din dubare bibe heye yan nîne.

Rîska wê çi ye? Pêwîst e ev werin eşkerekirin.”

Pispor dibêjin di îhtimala erdhejeke li ser xeta Savrunê de dê ji hêza 7 pileyan biçûktir be lê dê erdhejên li cihên din bandorê li vê xetê bikin.

Akamîsyenê Zanîngeha Sutçu Îmamê Alîcan Kop her wiha got:

“Dê bi awayekî bihêz bilerize. Ji ber wê jî divê pirsgirêka avahiyên bi awayekî kêm û navîn zerer dîtine demildest were çareserkirin.

Divê bi baldarî tevbigerin. Dîsa divê li cihên zemîna wan xirab e bi ti awayî avahiyên bilind neyên çêkirin.”

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan de ku navenda wan parêzgeha Mereşê bû li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan 53 hezar û 537 kesan canê xwe ji dest da û 107 hezar û 213 kes birîndar bûn.

Erdhejê bandor li zêdetirî 10 milyon welatiyan kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst