Li Wanê kolan bûn gol, li Agiriyê ban firiyan

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Agirî Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Wanê barana gur bû sedema lehiyê û cadde di bin avê de man, li Agiriyê jî bahozê banên 44 xanî û 30 axûran firandin.

Îro li navenda bajarê Wanê û hinek navçeyên wê baraneke gur bariya.

Ji ber baranê cadde û kolan di bin avê de man û di çûnûhatina otomobîlan de astengî derketin.

Welatiyan ji bo ku xwe ji baranê biparêzin, xwe avêtin dikan û kargehan. Tîmên şaredariyê jî ji bo valakirina avê dest bi xebatan kirin.

Li navenda bajarê Agiriyê jî piştî baranê, ba û bahozeke bihêz rabû.

Bahozê bi taybetî li gundê Abadê yê girêdayî navendê zerereke mezin çêkir.

Li gorî agahiyên destpêkê, banê 44 xaniyan û 30 axûran firiyan, welatiyek bi sivikî birîndar bû û stûnên elektrîkê jî zerer dîtin.

Tîman ji bo tespîtkirina xesarê dest bi xebatan kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst