Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Erindê ser bi nahiya Şiyê ya Efrînê ve, bi hinceta qedexeya ji ber Coronayê çekdarên grûpa Liwaa Sultan Silêman, ku bi Emşat tê naskirin, rê nade xelkên gund biçin nav darên xwe yên zeytûnê û bacê datînin ser.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew grûpa çekdar nahêle xelk biçe nava zeytûnên xwe, ji ber ku ew bi xwe zeytûnên xelkê jê dikin û difroşin.
Li aliyekî din grûpa Emşat daxwaz ji muxtarên navçeyên dibin kontrola wan de kiriye ji sedî 25 ji berhemên zeytûnên wan navçeyan bidin wan.
Grûpa Emşat ji Tirkmenên Sûriyê pêk tê û Tirkiyê piştgiriya wan dike.
Herwiha berî çend rojan jî çavkaniyekî ji nav Efrînê ji Rûdawê re ragihandibû, “Berî ku cotkarên Efrînê dest bi daweşandin û berhevkirina berhemên xwe ji darzeytûnan bikin, karwanên grûpên çekdar û kesûkarên wan bi nav zeviyên welatiyên Kurd ketine û berhemên wan talan dikin.”
Encûmenên xwecihî yên bajar û bajarokên Efrînê biryar dane ku 15ê vê meha cotmehê, dest bi daweşandin û berhewvkirina zeytûnan bê kirin.
Lê li gorî çavkaniyên ku ji nav Efrînê ji Rûdawê re axivîne, çekdarên girêdayî Tirkiyê û kesûkarên wan ên hawirde ji hefteyekê ve dest bi dizî û talankirina zeviyên cotyarên Kurd kirine. Herwiha gelek dar jî birîne.
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her curên çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse