Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Jinên Kurd, bi armanca teşwîqkirina axaftina bi Kurdî di navbera dayîk û zarokan de û bihêzkirina zimanê zikmakî di jiyana rojane de, pêşbirka "Dayîk û Zarokên Kurdîaxiv" li dar dixe.
Komeleya Jinên Kurd li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê xebatên xwe didomîne û ji bo parastina zimanê Kurdî di nava malbatê de projeyeke nû daye destpêkirin.
Armanca sereke ya vê çalakiyê ew e ku di têkiliya sirûştî ya nava malê de Kurdî were parastin û zarok bi hişmendiya zimanê zikmakî mezin bibin.
Mercên beşdariyê û awayê serlêdanê
Li gorî daxuyaniya komeleyê, dayîk û zarok dikarin bi vîdeoyekê beşdarî pêşbirkê bibin.
Tê xwestin ku beşdar vîdeoyeke xwe ya axaftina rojane ya dema sohbetê yan jî dema vegotina çîrokekê bikişînin.
Divê ew vîdeo têkiliya Kurdî ya di navbera dayîk û zarok de nîşan bide.
Kesên ku dixwazin beşdar bibin, divê vîdeoyên xwe li gel zanyariyên pêwendiyê ji rûpela Instagramê ya komeleyê ya bi navê "komeleyajinenkurd2025" re bişînin.
Hat diyarkirin ku beşdariya pêşbirkê bêpere ye û her kes dikare tevlî bibe.
Endamên komeleyê di daxuyaniya çalakiyê de bal kişand ser girîngiya rola dayîkan a di veguhastina ziman de û got:
"Kurdî bihêztirîn pêwendiya çandî ye ku di nava malê de ji dayîkê derbasî zarokan dibe.
Bi vê pêşbirkê em hem dixwazin vê pêwendiyê bidine xuyakirin û hem malbatan di bikaranîna zimanê zikmakî de wêrektir bikin."
Xelat
Serlêdanên ji bo pêşbirkê 8ê Kanûna Pêşîn a 2025an dest pê kiriye û dê heta 25ê Kanûna Pêşîn a 2025an bidome.
Merasîma xelatdayînê dê 11ê Kanûna 2026an li komeleya li Amedê bê lidarxistin.
Malbata ku di pêşbirkê de bibe yekemîn dê bi 50 dolaran were xelatkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse