Alî Babacan li Amedê li ser Kurdî û qeyûman çi got?

12-01-2024
RÛDAW
Nîşan Alî Babacan Amed Kurdî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan derbarê polîtîkaya desthilatê ya li ser zimanê Kurdî de got, "AK Partî li Amedê cûda ye û li Enqerê jî bi awayekî din e."

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) Alî Babacan di çarçoveya xebatên hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an de çû Ameda Bakurê Kurdistanê.

Alî Babacan li Amedê bi berbijêrên partiya xwe yên wê parêzgehê re civiya.

Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan di çarçoveya serdana xwe ya Amedê de civîneke çapemeniyê li dar xist û bersiva pirsan da.

“Dema Îngilîzî û Fransî diaxivin hûn fam dikin lê Kurdî fam nakin”

Babacan bal kişand ser polîtîkaya AK Partiyê ya derbarê zimanê Kurdî de û wiha axivî:

“Me got wê demokrasî ji heremê dest pê bike û hîn jî em vê dibêjin.

Birêz Erdogan dema tê Amedê li bajêr pankartên Kurdî tên daliqandin. Hemû kes dibîne lê dema diçin Enqereyê rewş diguhere.

Dema diçe Enqereyê şirîkî wî tê bîra wî û bi mêjiyekî din tev digere û vê derê ji bîr dike.

Hê meha borî di hevdîtinên bûdceyê yên Parlamentoyê de krîzeke nû ya Kurdî çêbû.

Ç ibûye? Parlamenterek li parlamentoyê bi zimanê Kurdî axiviye. Wekî ku şermeke mezin be, sûcekî mezin be.

Wekî tê zanîn, niha li Tirkiyeyê zimanê duyem ê ku herî zêde tê axaftin Kurdî ye.

Lê li parlamentoyê bi israr tine tê hesibandin. Niha li belgeyên parlamentoyê binêrin, yên meraq dikin dikarin li ser înternetê bibînin.

Gotinên Kurdî yên parlamenteran carinan wekî `X`ê tên nivîsandin, carinan jî wekî `zimanekî nayê zanîn` tên nivîsandin.

Dema bi Îngilîzî û Fransî tê axaftin hûn dizanin fam dikin lê dema bi zimanê duyemîn ê Tirkiyeyê tê axaftin çima hûn fahm nakin û nizanin?”

“Polîtîkayên desthilatê yên danîna qeyûman tine hesibandina îradeya gel e”

Herwiha Babacan derbarê polîtîkaya desthilatê ya danîna qeyûman de got “Ev yek cezakirina gel e û tine hesibandina îradeya gel ye.”

Babacan rexne li AK Partiyê girt ku bi polîtîkaya qeyûman îradeya gelê Amedê tine hesibandiye.

Serokê Giştî yê DEVA Partiyê Alî Babacan wiha berdewam kir:

“Ev der bajarek e ku li cihê kesên bi hilbijartinê hatine ser kar, hinek kesên din hatine bicîhkirin.

"Li gorî Beştepeyê dengên Amediyan ne girîng in ne hêja ne"

Ev der cihekî wiha ye ku bi polîtîkayên desthilatê yên qeyûman îradeya sindoqan tine tê hesibandin.

Li gorî Beştepeyê dengên Amediyan ne girîng in ne hêja ne. Hevalên hêja di demokrasiyan de tiştekî wiha nabe.

Birêz Erdogan bi serokatiya şaredariyê derket rê û wê demê li beramberî desthilata heyî têkoşîn kir û bi dengê gel bi ser ket.

Lê niha dewran guherî û ew bi xwe êdî heman tiştî dike. Em li dijî vê yekê ne. Ez ne yek ji wan kesan im ku li Stenbol, Enqere û Îzmîrê cûda biaxivim û lê li Amedê cuda biaxivim.

Careke din ji Amedê re dibêjim. Polîtîkayên desthilatê yên danîna qeyûmê, tine hesibandina îradeya gel e. Polîtîkaya qeyûman cezakirina gel e. Rêgirtina li ber siyaseta demokratîk e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst